‘Em vê qanûna ku zarokên me dike dojehê naxwazin’

  • 09:01 11 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Endamên SES'ê  bertek nîşanî qanûna ku zewaca di temenê zarokatiyê de rewa dike dan û gotin: "Zarokên ku temenê wan ê lîstikê ye tên zewicandin û dibin dayik. Ev zarokên divê zarokatiya xwe bijîn zarokan mezin dikin. Ew jî di pêşerojê dibe sedema travmayên mezin. Li aliyekî din jî bi vê qanûnê kesên êrîşa zayendî li zarokan kirine xelat dikin.
 
Ev nêzî 4 salan e îqtîdar hewl dide ku pêşnûmeqanûneke tecawizkaran efû dike û zarokan bi wan re bizewicîne bike qanûn û bike meriyetê. Lê her cara ku ev pêşnûme tê meclisê li ser bertekên jinan îqtîdar mecbûr dimîne ku vê pêşnûmeqanûnê başve bikişîne. Têkildarî pêşnûmeya ku tê payîn di rojên pêş de ji aliyê îqtîdarê ve careke din bê meclisê, Endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) Rozerîn Çatak, Sadretîn Kaya û Ezgî Çelîk axîvîn.
 
Rozerînê da zanîn ku îqtîdar 4 sale bi qanûna dixwaze derbixe hewl dide kesên êrîşa zayendî li dijî zarokan kirine efû bike û wan bi zarokên ku ji aliyê wan ve hatine mexdûrkirin re di bin navê zewacê de careke din bîne gel hev.  Rozerînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev qanûna ku dem bi dem dikeve rojevê ji ber bertekên jinan ji meclisê kişandin. Desthîlatdar  bi vê pêkanînê re îqtîdar li şûna ku li zarokên mexdûr xewdî derê li kesên ku li dijî wan sûcên zayendî kirine xwedî dertê û wan xelat dike."
 
Rozerînê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi derxistina vê qanûnê re desthilatdar, hemû peymanên navneteweyî yên ji bo zarokan hatine kirin  binpê dike û got: “Desthilatdar li Şûna mafên zaroka yê perwerdehî û jiyanê biparêze pêşî li zewaca wan vedik. Armanca vê helwesta qirêj ne parstina zarok û malbatên wan e. Ger ku ev zagon bê pêjiirandin hemû peymanên navneteweyî yên ji bo zarokan hatine kirin wê bên binpêkirin. Em nahêlin ku zarokn me bikin dojehê  û em ê li dijî vê tevgera qirêj têbikoşin.”
 
‘Ev qanûn feraseta desthîlatdariyê aşkere dike’
 
Sadrettîn Kaya jî bal kişand ser qanûna ku pêşiya zewaca zarokan vedike, diyar kir ku  ev feraseta desthîlatdarê ye û got: "Bi vê pêşnûmeya ku dixwazin bikin qanûn hewl tê dayîn ku zewicandina zarokan wekî pêkanîneke masûmhane nîşan bidin. Lê ev ne wiha ye yên masûm û mexdûr zarok in. Dibe ku malbat bi hişmendiya 'jixwe ew dihata zewicandin û niha ji malê kesek kêm bû' tevbigerin. Ger ku civak îro bi hişendiyeke wiha tevdigere ew jî sûcê îqtîdarê ye ku civak aniye vê astê. Ger ku civak ji qeyrana aborî bi bandor nebûye û bi awayê demokratîk bihata rêvebirin wê jîro li dijî vê qanûnê bertekên tund bihata nîşandan. Zarokên ku temenê wan ê lîstikê ye tên zewicandin, dibin dayik û bi xwedîkirina zarokan re rûbirû tên hiştin. Ew pêkanîn jî di pêşerojê de li ser derûniya zarokan travmayên mezin pêk tîne.”
 
'Helwesteke bi vî rengî sûc e'
 
Ezgî Çelîk jî anî ziman ku divê helwesteke bi vî rengî ku zarokan mexdûrtir dike neyê pejirandin li dijî vê tiştê tu helwestekê neye pejirandin û kesên vê bipejirîne jî suc dike. Ezgiyê wiha berdewam kir. Efûkirina tacîzkar û tecwaizkaran divê di tu qanûnê de tune be. Em wek jin û sendîka li her qadê li dijî vê pêşnûmeqanûnê bertekên xwe tînin ziman. Divê di temenê zarokatiyê de zarok neçarî zewacê neyên kirin. Tevgerekê meşrukirina zewaca zarokan nayê qebûlkirin.”