ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 11 Hezîran 2020
  • Rojev

* Endamên SES'ê  bertek nîşanî qanûna ku zewaca di temenê zarokatiyê de rewa dike dan û gotin: "Zarokên ku temenê wan ê lîstikê ye tên zewicandin û dibin dayik. Ev zarokên divê zarokatiya xwe bijîn zarokan mezin dikin. Ew jî di pêşerojê dibe sedema travmayên mezin. Li aliyekî din jî bi vê qanûnê kesên êrîşa zayendî li zarokan kirine xelat dikin. BI DÎMEN 

 
*Zehra Îbrahîm Elî ya ji Gundê Qasimiyê ku niha di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye anî ziman ku wê bi kedeke mezin xaniyê xwe yê li Qasimiyê ava kiriye û wiha got:"Me bi keda xwe û wekheviya di navbera xwe de Gundê Qasimiyê kir buhuşt lê belê niha di bin agirê çeteyan de dinale."BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komîteya Şaredarî û Ekolojîyê ya Kantona Hesekê Raziya Ibrahîm, tekez kir ku gelên Kantona Hesekê kirîza avê dijîn û got: "Dewleta tirk av ji ser Kantona Hesekê kêm kirye. Lê em di xizmeta gelê xwe de ne." BI DÎMEN
 
*Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê demsala çinîna genim û ceh bi kevneşopiyên xwe ji nû de zindî kir. Jinên ku beşdarî çalakiya ji bo zindîkirina kevneşopiyan bûn anîn ziman ku divê mirov çanda xwe her dem zindî bihêle û wiha gotin:"Em hewil didin ku rojên berê zindî bikin û girêdana xwe ya bi çanda xwe re xurt bikin.  Ev çanda mîrasê dayik û bavên me ye."BI 
 DÎMEN
 
*Rêxistinên jinan diyar kirin ku wê lêgerîna Gulîstan Doku bidomînin û gotin lêgerîna tenê li bendavê tê kirin, tenê ji bo çavtêrkirinê ye. Jinan dan zanîn ku nedîtina Gulîstanê gumanên cuda diafrîne. DOSYA
 
*Li Tirkiyeyê di ser pêvajoya vîrusa koronayê re 3 meh debas bûn û di vê pêvajoyê de bêguman şîdet û zext jî zêde bûn. Di vê pêvajoyê de ji bo 5 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînirin û şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Her wiha li hember goran êrîş pêk hatin û parlamenteriya sê parlamenteran hat xistin.
 
* Endama Platforma Jinan a Mersînê Aysel Demîr diyar kir ku li dijî qanûna êrîşa zayendî ya ku bi riya zewacê ji bo  zarokan efûyê tîne, divê têkoşîn hîn bêtir bê berfirehkirin û got: “Li dijî vê pergalê divê hemû alî bên gel hev û eniyeke gel a berfireh ava bikin.” BI DÎMEN
 
* Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Zarok li Her Derê ne û civaknas Demgul Athan diyar kir ku ji bo pêşî li êrîşên zayendî yên zarokan bi hevkariya înternetê pê re tên rû hev, bê girtin malbat hişyar kirin û got divê dewlet jî polîtîkaya parastina zarokan bike jiyanê.
 
*Ji Partiya Mirov û Azadiya Menîce Gulmez got di roja îro de ol dikin alav û jinan wek alava binpêkirinê tê bikaranîn û got: “Bi salane em oleke ku hînê me hatiye kirin dijîn. Lê di ola me de zordariyeke wisa tune.” BI DÎMEN 
 
*Li gundên Mêrdînê dest bi çinîna genim hat kirin û jinên ji bo zivistanê pûş kom dikin, barê herî giran hildigirin. BI DÎMEN
 
*Meclîsa Jinan a HDP’ê ku wê tevlî ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ ya partiya xwe bibe, wê daxwazên xwe bînin ziman û bi rêxistinên jinan re bibin hevkar. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur, got li dijî tiştên tên ferzkirin wê di meşê de dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE 
 
*Hevsroka HDP’a Peyasê ya Amedê Besîme Narîn, bertek nîşanê êrîşên li hember têkoşîna kurd û jinan da û got: “Hemû jinên di têkoşînê de cih digirin divê dengê xwe bilind bikin.” Hevseroka TUAY-DER’ê Bahar Akyapi jî got: “Em ê her tim bibin dengê girtî û malbatên wan. Têkoşîna me wê bidome.” BI DÎMEN