Jinên ciwan ên Amedê qirkirina jinan şermezar kirin

  • 21:20 10 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Jinên Ciwan ên Amedê li Navçeya Yenîşehîrê li ser kolana Dîcle Kentê têkildarê qirkirina  jinan daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê kolan bi dengê jinan bilerizin. 
 
Jinên Ciwan ên Amedê li Navçeya Yenîşehîrê, li Taxa Dîcle Kentê li ser Kolana Medyê têkildari qirkirina jinan daxuyaniya çapemeniyê dan. Jinan di daxuyaniyê de pankarta li ser dirûşma “Em ji tundiya we ya mêr nikarin bîhna xwe vedin” vekirin. Daxuyani li ser navê jinên ciwan ji alyê  Esengul Kiliç ve hat xwendin.
 
‘Jin û xizan nikarin di malê de bimîn’
 
Esengulê di desptpêka axaftina xwe de got hikumeta ku bi hênceta koronoyê gel hepsî mal kiriye ji qetilkirina jinan re bingehek avakir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikûmeta ku nikare şewba koronoyê ya pêl bi pêl belav dibe asteng bike ji qirkirina jinan re jî nikare bibe asteng û li dijî astengkirinê  ji tundiyê re bingehê ava dike. Mirinra ji ber koronoyê û kuştina jinan mîna hev tenê bi jimaran tên parvekirin. Her roja diçe êrişên li ser bedena me, laşê me û vîna me zêde tir dibin. Bi zêdebûna bê kariyê re ango bi zêdebûna kriza abori re rewşa welatiyan bi tevahî dikeve xeterê. Li pey wê jî jinên herî zêde bi tundiya aborî re rûbirû dimîn, dimalê de jî bêhtir bi tundiyê re rûbirû dimînin. Li şuna ku hikumet li hemberî van bibe asteng li dijî wê qanûna 6284’an a ku ji bo parastina jinan rolek girîng dilîze ne hat pêkanîn. Li gel  van pêkanînan jî hikumet her roj dibêje, ‘Jiyan di malê hiltê’. Belê ji kesên mexdur re û ji jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin jiyan ne di nava wan dîwaran de ye.”
 
‘Li hemberî jinan şer tê meşandin’
 
Esengulê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha axivî: “Hikumeta ku pêvajoyê weke berxwedana li hemeberî koronoyê bi nav dike di eslê xwe de şerekî raste rast li hemberî jinan dide meşandin. Bi derxistina qanûnan re piştgiriyê di de kesên qetlîamkar û tecawiz dikin. Bi hênceta koronoyê bi hezaran kiryarên ev sû kirine hatin berdan. Kesên li hemeber zarokan êrîşa zayendî pêk anîn wê bi wan re werin zewicandin û bi vî rengî jî werin berdan.  Lewra bi perwerdeya dibistanê ya ji dur ve re ji ev tacîz û tecawuz ji rojevê ne hat xwarê. Mamûsteyê Kîmyayê Orhan Acar di weşana zindî de bi gotinên ‘Em bi vî rengî wêneyê jinan ji dibînin’ û ji ber bertekên hatin nişandan îstifa kir.”
 
‘Emê tucarî bêdeng namînin’
 
Esengulw si dirêjiya daxuyaniyê de got ku ew bang li îqtîdara ku kesên êrîşkaran dike peywirdar dikin û dibêjin ku  wê jin tucarî bêdeng nemînin. Esengulê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em ji şewbên hun belav dikin û pergala we nikrin bîhna xwe vedin. Em ê li dijî vê zihniyeta we tucarî bêdeng nemînin. Wê dengên me li kolanan  belav bibe. Em ê bi hevre, bi yek destî têkoşîna xwe ya li hemberî vê hişmendiyê mezin bikin.”
 
Çalekî bi diruşmên Jin Jiyan Azadî qediya.