'AKP û MHP dixwazin bi dijminatiya jinê temenê xwe dirêj bikin'

  • 15:05 10 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Amedê ragihand ku wan starta kampanyaya "Têkoşîna jinê li ser derê ye" dane û hat gotin:"Tiştên ku ew ê me bide jiyîn piştevanî û têkoşîna jinê ye. Em bangî hemû jinan dikin û em dibêjin em ê bi têkoşîna xwe bibin tirsa îktidaran."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê derbarê kampanyaya xwe ya bi navê "Têkoşîna jinê li ser derê ye" daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî li derketina pirê ya Ofisa Yenişehirê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta "li dijî îstismar û qeyûman em ê bisekinin" hat hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen Uyanik hat dayin. 
 
'Dixwazin destkeftiyên me ji me bigirin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îktidar pandemiyê ji xwe re dike wekî fersendekê û wiha dewam kir:"AKP darbe li dijî îradeya gelan pêk aniye. Her wiha êrîşî ziman, çand û nasnameya gelê kurd jî dike. Dixwazin destkeftiyên me ji me bigirin û loma êrîşî pergala hevserokatiyê dikin. Parlamenteriya Leyla Guven xistin. Leyla di warê doza kurd de bedelên mezin daye."
 
'Êrîşî avahiyên jinan dikin'
 
Hulya da zanîn ku têkoşîna jinê dibe hedefa îktidarê û wiha dewam kir:"Çi dikin bila bikin nikarin hêrsa gelê bindest bi dawî bikin. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ya qaşo tendirustiya gel difikire guh nedan hişyariyên me û tedbîrên li dijî tundiya li ser jinê negirtin. Êrîşî saziyên jinan kirin. Herî dawî êrîşî Komeleya Rosayê kirin. Hem endamên Komelaya Jinê ya Rosayê hem jî aktivîstên TJA'yê kirin bin çavan û girtin. "
 
'Zayendperestî dijminatiya jinê ye'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin tê xwestin îstismara zarokan bê rewakirin û wiha dewam kir:"Jinên ku têkoşîna xwe dimeşînin li dijî wan êrîşa zayendî pêk tê. Zayendperestî dijminatiya jinê ye. Êrîşa li dijî jinê bi her rengî didome.Bi kargoyan cenazeyên zarokên jinên kurd şandin. Cenaze di bin peyarêyan de defin kirin. Êrîşî goran dikin û nirxên gelekî tune dihesibînin. Îktidara AKP-MHP'ê dixwaze bi dijminatiya jinê temenê xwe dirêj bike."
 
'Em ê rêxistinbûyina xwe bidomînin'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin armanca îktidara desthilatdar ew e ku jinan bêdeng bikin û wiha dewam kir:"Destkeftiyên jinan hedef digirin. Lê em ê hîn bi hêztir têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi hev re li dijî qeyûm, îstismar, zagona înfazê, tundiya li ser jinê, em ê  li mal, kuçe, kolan, qadan, fabrîqeyan û atolyeyan di nava rêxistinê de bin."
 
Jinan bi dirûşmên "Têkoşîna jinê li her derê ye","Jin, Jiyan, Azadî","Zext bi me nikare" daxuyaniya xwe bi dawî kirin.