30 sal ceza li kesê êrîşa zayendî pêk anî hat birîn

  • 13:49 10 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di rûniştina biryarê ya doza darizandina Îrfan Rauf Oz de dadgehê cezayê muebbetê da Îrfan ê ku zarokek bi êrîşa zayendî ya sîstmetîk rû bi rû hişt. 
 
Di Hezîrana 2019'an de bi nûçeya me ya "Li Nisêbînê zarokek bi êrîşa zayendî rû bi rû hat hiştin" êrîşa zayendî derket holê û malbata zaroka ku bi êrîşa zayendî rû bi rû ma serîlêdana sûc kir. Rûniştina biryarê ya doza darizandinê ya Îrfan Rauf Oz li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. 
 
Rûniştan bersûc bi tespîtkirina nasnameyê hat destpêkirin. Piştî parastina parêzer Menal Dînç bersûc mafê axaftinê girt. Dadgehê 30 ceza li bersûcê êrîşa zayendî birî.