Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Li dijî êrîşan çalakî

  • 13:42 10 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrîşên demên dawiyê bi daxuyaniyekî şermezar kir û got: "Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê li hemberî jinan êrîş didomin. Melek li Efrînê hat kuştin. Zeynep Celaliyan jî niha bi vîrûsê ketiye û rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e. Divê hemû jin li dijî êrîşan di nava çalakiyan de bin."
 
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan û êrîşên demên dawiyê yên li hemberî Gelê Kurd şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla Koordînasyona Meclîsa îştar Nuran Sezgîn ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Heval Qasim Engîn di êrîşekî hewayî de  27’ê Gulanê gihaşt şahdetê. Heval Qasim di nava rêxistinê de weke zana, fîlozof, bi taybetî di xeta Serokatiyê de hertim pêşengtî kiriye. Her wiha li qada Serokatî de jî cih girtiye û li wir jî her tim ji bo xeta jina azad de bimeşe her tim fermandarî kiriye, çawa bi dayikan re bimeşe, çawa dayikan hembêz bike, ev her tim mijarên nîqaşê bûn. Em weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û wekî Meclîsa Îştar sersaxî ji malbata hêja re dixwazin, ji serokatiya xwe re sersaxî di xwazin û bi minnetdarî bi bîr tînin.
 
Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li rojava, bi taybetî yên bakurê Kurdistan û li ser jinan herî dawî Başûr hovitiya xwe berdewam dike. Keçika biçûk Melek ya Efrînî di şexsê wê de em hemû şehîdan bi minnettarî bi bîr tînin. 
 
Zeynep Celaliyan jî ev deh sal in di zindanên Îranê de dîl tê girtin. Niha jî nexweşiya vîrûsa koronayê ketiye. Em bang li dewleta Îranê dikin û dibêjin ku ji hovîtiyê re êdî bes e. 
 
Divê hemû jinên Rojhilatî, Bakurî, Başûrî, Rojavayî xwedî li Zeynep Celaliyan derkevin. Pêwîste hemû jin derkevin qadan ji bo Zeynep Celaliyan di nava çalakiyan de bin. Em ê bi têkoşînê zîhniyetê vala derxin."