TUAY-DER: Ji polîtîkayên faşîzan re bêdeng nemînin

  • 12:16 10 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - TUAY-DER bi daxuyaniyek bertek nîşanî binçavkirina rêveberên komeleyê da û got: "Endamên me yên ku di darbeya 12'yê Îlonê û salên 90'î de serî netewandine û niha jî li hemberî wan zext û zordariyan serî natewînin.
 
Duh serê sibehê polîsan li Amede bi ser komeleya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malên rêveberên komeleyê de girtin. Piştî lêgerînan 7 kes hatibûn binçavkirin. TUAY-DER li dijî binçavkirinan li avahiya xwe daxuyaniyek dan. Rêveber û endamên komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran ve hat xwendin. 
 
Elîf da zanîn ku deriyên malên rêveberên komeleya TUAY-DER'ê hatin şikandin û got: "Desthilatdar di vê pêvajoya şewbê de şûna parastina gel bikin, pêvajo bi binçavkirin û girtinan domandin. Rêvebera me Şafi Hayme 70'ê salî ye û duh hat binçavkirin û bi mudaxaleya nebaş û îşkenceyê re rûbirû ma. Komeleya TUAY-DER'ê ku ji roja avakirinê de heya îro bi alikariya malbatan li ser piyan ma û lê her tim jî bû hedef. Bi talîmatan bi ser komeleyê de girtin."
 
Elîf di dawiya axaftina xwe de banga serbest beradana rêveberên komeleyê kir û wiha axivî: "Bila dawî li bêhiqûqiyê bînin. Bila rêveberên TUAY-DER'ê serbest bên berdan. Komeleya me her tim bêhiqûqiya ku li girtigehan tê jiyîn tîne rojevê û ji civakê re parvedike. Endamên me yên ku di darbeya 12'yê Îlonê û salên 90'î de serî netewandine û niha jî li hemberî wan zext û zordariyan serî natewînin. Em dîsa jî rewşa girtîgehan bixin rojevê. Ji ber vê jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Hemû gelê re bang dikin ku bila wan polîtîkayên faşîzan re bêdeng nemînin û têbikoşin."