'Min xistin zindanê û tecawizî min kirin'

  • 10:33 10 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî hemwelatiya Kuweytî Tataoua Al-Mutairi tewaneke giran hatiye kirin. Tataoua di vîdeoyê de ya ku li ser medaya civakî weşandibû, eşkere kir ku ew ji aliyê polîsên ku wê di zindana mêran de girtibûn rastî tecawiz û zordestiyê hatiye.
 
Li gorî ajansa Şerîka Welakin di vîdeyoyê de Tataoua digirî û gilî dike ku wê bi LGBT'î bûnê sûcdar kirine û ew xistine zindana mêran. Her wiha wê behsa pirsgirêkên ku piştî girtinê ya bi wan mêran re kir û got: "Min xistin zindanê û tecawizî min kirin."
 
Ji bo Tataoua li ser platformên medyaya civakî bertekên nerazîbûnê hatin dayin. Hashtag # Touta Al-Mutairi û # Tataouh-hêjayî azadiyê ye derket holê.