Bi hinceta dermanê vîrûsê bê dayîn zarokên keç hatin sinetkirin!

  • 10:29 10 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misirê bi hinceta dermanê vîrûsa koronayê bê dayîn sê zarokên keç hatin sinetkirin. Derbarê bav û bijîşkê de lêpîrsin hat destpêkirin. Lê komên mafên jinan jî bertek nîşan dan û gotin "Dadger û polîs qanûna heyî esas nagirin."
 
Li gorî nûçeya Ajansa Şerîka Welakînê, li Misrê bavê sê zarokên keç bi hinceta ku wê derman ji bo nexweşiya vîrûsa koronayê bidin wan, wan dixapînîn û sinet dikin. Temenê wan zarokan di bin 18'e salî de ye.
 
Di serî de bav ji bijîjkê re diaxive û piştre jî li malê zarok tên sinetkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Şerîka Welakinê gava zarok şiyar dibin lingên wan hatiye girêdan. Piştî bûyerê dayika zarokan agahiyê dide rayedaran. 
 
Tê zanîn ku di sala 2008'an de li Misrê sinetkirina jinan ji hêla qanûnan ve hat qedexekirin, lê tevî wisa jî bi awayekî berfireh sinetkirina jinan didome. Di sala 2016'an de sinetkirina jinê wekî sûc hat qebûlkirin û derbarê bijîşkên ku vî karî dikin de jî 7 sal cezayê girtinê hat ferzkirin. Lê belê heta niha jî tu kes li gorî vê qanûnê nehatine darizandin. Komên mafên jinan dibêjin: "Dadger û polîs ew qanûnek cidî nagirin."