Êrîş û hedefgirtina tekoşerên azadiyê bi meşê hat şermezarkirin
- 09:32 10 Hezîran 2020
- Rojane
HESEKÊ-Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin.
Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Hesekê û Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîş û hedefgirtina têkoşeran a ji aliyê dewleta tirk ve bi tundî şermezar kirin. Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê kurd, ereb û suryan tevlî meşê bûn.
Meşê bi hilgirtina wêneyên têkoşer Qasim Engîn û bi dirûşmên "Şehîd namirin" li ber pira miftî dest pê kir û li ber Navenda Çand û Huner a taxa Miftî veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Fatma Murad êrîş û hedefgirtina têkoşeran a ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kir û wiha pê de çû: "Em wekî jinên ciwan ji bo rêgirtina li ber êrîşên dewleta tirk li ser piyan in û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Heya êrîş û dagirkeriya tirk hebe ew ê rehetî ji bo me tune be û li hember kiryarên qirkirinê em ê serî hildin."
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan kir ku rê li ber êrîş û kiryarên dewleta tirk bigirin.
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.