'Em ê li dijî zîhniyeta baviksalarî têkoşîna xwe dewam bikin'

  • 09:02 10 Hezîran 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel derbarê bûyerên kuştina jinan de axivî.  Zehrayê diyar kir ku tundiya li ser jinê bandoreke neyînî li ser civakê dike û wiha got: "Bi derketina Vîrusa Koronayê re 3 bûyerên bi êş ên kûştina jinan qewimîn. Em soz didin gelê xwe ku ji bo bûyerên bi vî rengî neyên dubarekirin em ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhiyeta baviksalarî dewam bikin."
 
Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê hewl didin rewşa jinan di nava civakê de bişopînin û jinan biparêze. Bi rêya hemle û perwerdeyan hewl didin ku rola jinan di nava civakê de çalak bike û bibin xwedî helwest û nêrîn. Li herêma Firatê bi hezaran jin hatin perwerdekirin, li kêlêka wan 2 dewreyên perwerdeyê ji mêran re hatin vekirin. Li ser bingeha guhertina zîhniyeta baviksalarî û avakirina wekheviyên di navbera herdu zayendan de, ev xebat tê meşandin. Bi derketina Vîrusa Koronayê re bûyerên tundiya malbatan derketin pêş û ev yek jî bi taybet bandorên neyînî li ser jinan kir. Her wiha bûyerên kuştina jinan hatin jiyîn, bi vê yekê re zîhniyeta mêr a li dijî hebûna jinê û mafê wê di jiyanê de derket pêş.
 
Di derbarê bûyerên kûştina jinan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel ji ajansa me re axivî.
 
'Kevneşopiyên civakê bandorên neyînî li ser xebatên me dike'
 
Zehrayê anî ziman ku li ser bingeha jin bibe xwedî îrade û hêz li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew wek rêxistina jinê têkoşîn dikin û wiha pê de çû: "Ji bo azadiya jinê, ji bo guhertin û veguhertina zîhniyetê û parastina destkeftiyên jinê ya di nava şoreşê de me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakî li dar xistin. Xebatên perwerdekirina jinan li herêmê hatin zêdekirin, li kêleka wê jî perwerdeya mêran hat destpêkirin. Li Kobanê du dewreyên perwerdeyê ji mêran hatin vekirin, bi armanca guhertina zîhniyeta baviksalarî, me pilan kiribû ku di nava civakê de jî dewreyên pêşxistina malbatê çêbikin.  Li ser bingeha malbatên azad bi çi rengî danûstandinê bikin û bi hev re azad bijîn, me xebatek pîroz da meşandin. Lê ji ber rewşa şer a li herêmê hin xebatên me hatin rawestandin. Di heman demê de jî kevneşopiyên civakê jî bandoreke neyînî li ser xebatên me dike. Di vê demê de bûyerên kuştin, xwekuştin, berdan û zewaca zarokan zêde bûne. Wek tevgera jinê ji bo ku em karibin maf û deskeftinê jinê biparêzin, dawî li zilm û zora ku li ser jinan tê meşandin bînin, me hin zagon derxistin."
 
'Rewşa Vîrusa Koronayê bû sedema derketina bûyerên tundiya malbatê'
 
Zehrayê destnîşan kir ku berî derketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê di bin navê namûsê de jin dihatin kuştin, fetisandin û wiha domand: "Mafê jinê hatibû binpêkirin. Di bin navê kevneşopiyan de bûyerên ku diqewimîn dihatin veşartin. Lê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re  Kongra Star bû cihê baweriyê û jinan jî ev der weke cihê çareseriyê ji xwe re didîtin. Jinan bi rêya saziyên ku ji bo mafê jinê û li dijî tundiyê xebat dikin ên wek Mala Jinê, Rêxistina Sara a li dijî Tundiya ser Jinê û Desteya Jinê hêza xwe nas kirin. Bûyerên ku di nava civakê de di derheqê jinan de diqewimin êdî eşkere bûn. Wek tevgera jinê bûyerê kûştina jinan ji bo me mijara rexnedayînê ye. Dema ku jinek êş û lêdanê dibîne, an jî tê kuştin em xwe sûcdar dibînin, dibe me nikaribû xwe bigihînin her jinekê û wan perwerde bikin. Bi armanca ku em civak, bi taybet jî jin û zarokan ji nexweşiya Vîrusa Koronayê biparêzin, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve qedexeya dertina derve hat ragihandin. Bi rêya vê yekê civak ji nexweşiya Vîrusa Koronayê hat parastin, lê li kêleka vê yekê jî bandoreke neyînî li ser jinan kir."
 
'Li Kobanê 3 bûyerên bi êş yên kuştina jinan hatin jiyîn'
 
Zehrayê da zanî ku di vê dema dawiyê de li Kobanê 3 bûyerên bi êş yên kûştina jinan hatin jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di derbarê kuştin û xwekuştina jinan a li Kobanê de tenê em di asta daxuyaniyan de man.  Jina bi navê Emîha Bozan ji ber sedemên malbatî, zextên ku ji aliyê hevjînê wê ve dihatin kirin xwe kuşt. Di derbarê vê bûyerê de ji aliyê Asayîşê ve lêpirsîn berdewam dike û wê ji sûcdar hesab bê pirsîn. Herî dawî jî jina bi navê Peyman El-Oso li mala xwe kuştî hat dîtin. Di derbarê vê bûyerê de asayîşê xebatên lêpirsînê berdewam dike û li kêleka wê komîteya întîharê jî lêpirsîn dike. Komîteya întîharê ji Desteya Jinê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Komîteya Tendirustiyê, Asayişa Jinê û Kongreya Star pêk tê."
 
'Wê  kesên sûcdar werin cezakirin'
 
Zehrayê diyar kir ku ji destpêka avakirina komîteya întîharê heta roja îro bûyerên xwekûştinê dişopînin, hin encamên wê nehatine eşkerekirin û wiah dawî li axaftina xwe anî: "Bi rastî jî bûyerên ku derdikevin bi êş in. Em qala têkoşînê dikin, şoreşek li vir hatiye lidarxistin û li kêleka wê jî gelek perwerde hat dayîn. Tevî vê yekê jî di hin aliyan de kêmasî derdikevin.  Pêwist e em perwerdeyên xwe zêde û xurt bikin. Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin. Dema ku êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet jî Girê Spî û Serêkaniyê dest pê kirin, li Kantona Kobanê efûya giştî hat ragihandin.Gelek kesên ku sûcê wan giran bû di nav de bûn. Piştî derketina vê biryarê gel bertek nîşan da.Wê demê jî me nîqaş kir ji bo kesên ku sûcê wan giran in wek tecawizkirin û kuştin neyên berdan. Derbarê berdana girtiyan de ji aliyê gel ve rexne hatin û wek tevgera jinê jî me nerazîbûn nîşan da. Wê  kesên sûcdar werin cezakirin."