ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 10 Hezîran 2020
  • Rojev
* Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel derbarê bûyerên kuştina jinan de axivî.  Zehrayê diyar kir ku tundiya li ser jinê bandoreke neyînî li ser civakê dike û wiha got: "Bi derketina Vîrusa Koronayê re 3 bûyerên bi êş ên kûştina jinan qewimîn. Em soz didin gelê xwe ku ji bo bûyerên bi vî rengî neyên dubarekirin em ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhiyeta baviksalarî dewam bikin." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Kongreya Star Miha El-Hamid û Rêvebera Mala Jinê Sîham Muhemed Elî yên kampa koçberên Girê Spî teqez kirin ku armanca wan a bingehîn ew e ku piştgiriya jinan a di kampê de bikin û gotin: "Em hewil didin di qadên jiyanê de jinan pêş bixin da ku bibin xwedî hêz û vîneke azad."
 
*Endama Komîteya Dîplomasî ya Jinên Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan bertek nîşanî betalkirina wekîltî û girtina Leyla Guven da û got: "Heke em li hemberê  şîdetê bêdeng bimînin em ê bi şîdetên hîn dijwartir re rûbirû bimînin. Dê bi pêşengtiya jinê û têkoşîna gelan em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
* Parêzerê malbatê Alî Çîmen diyar kir ku Gulîstan Doku hat windakirin û nêrîna întîxarê bi zanebûn tê belavkirin û got: “Delîlên ku der barê întîxar kiriye de avêtin holê jî di esasê de derxist holê ku der barê Gulîstanê de nînin.” BI DÎMEN 
 
*Welatiyên li taxa Yalimeleza Wanê dijîn diyar kirin ku piştî qeyûman av hatiye birîn û bi kîlometreyan dûr avê tînin malên xwe. BI DÎMEN 
 
*Li Mîdyatê jina bi navê Şenaz Urun bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê bertek nîşan da û got: “Divê em jin dengê xwe bilind bikin.”