Ji Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê xebata stickerê
- 15:56 9 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê li gelek cihên Amedê ji bo balê bikşîne ser tundiya li ser jinê xebata stickerê kir.
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek cihên Amedê ji bo balê bikşîne ser tundiya li ser jinê xebata stickerê kir.
Stickerên bi nivîsên wekî "Sûcê li dijî zarokan nayên efûkirin","Em ê serî li dijî sîstema desthilatdar a ku jinên ciwan mehkûmî mal û zewacê dikin, netewînin","Hûn nikarin tecawuzê rewa bikin û me têk bibin","Tu mecbûre bibe dengê zarokan" hatin daliqandin.