Li Efrînê li dijî jinan hezar û 564 binpêkirinên mafan hatine kirin

  • 13:13 9 Hezîran 2020
  • Rojane
EFRÎN -  Rêxistina Mafên Mirovna a Efrînê, diyar kir ku li bajarê di bin çavdêriya TSK'ê û komên girêdayî wê v li dijî jinan hezar û 564 binpêkirinên mafan hatine kirin.
 
Li Efrîna ku ji aliyê Tirkiye û komên girêdayî wê ve ji sala 2018'an ve tê rêvebrin, bi taybetî li dijî jinan bîlanoçoya binpêkirinên mafan roj bi roj girantir dibe.  Herî dawî ji aliyê çeteyeke girêdayî OSO'yê ya bi navê Sultan Murat, berî bi 15 rojan Melek Nebîh Halîl (16) revandibûn. Meleka ku hat diyarkirin tecawizî wê hatiye kirin cenazeyê wê di 7'ê Hezîranê de li baxçeyekî zeytunan hat dîtin. Endama Rêxistina Efûyê ya Mafên Mirovan a Efrînê Heyhan Elî ku ji Ajansa Hawarê (ANHA) yê re axivî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li hember jin û zarokan. 
 
‘Zarok di bin zorê de tên zewicandin‘
 
Heyhanê da zanîn ku li gel revandin û qetilkirina jinên Efrînî, komên girêdayî Tirkiyê zarokan bi darê zorê dizewicînin, dema malbat fermanên wan bi cih nayinîn zextê li malbatên wan dikin û got: "Diyardeya zewicandina keçên biçûk li Efrînê belav bûye, ji ber malbat ditirsin ku keçên wan ji aliyê endamên komên çekdar ve werin revandin û astengkirin. Wekî rêxistineke mafên mirovî me tundiya fîzîkî û manewî ya li ser jinan belge kir. Dagirker rêbazên heqaret, lêdan, êşkencekirin û zewicandina zarokan bi kar tînin."
 
'Bêdengiya welatan di be sedema van bûyeran'
 
Heyhan bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê rexne kir û bang li welatan kir ku rola xwe bilîzin û helwestên xwe di dane raporan de tenê nehêlin.
 
Heyhan Elî wiha got: “Em ê sûcên ku me belge kirine, bigihînin aliyên têkildar. Rastiyan bişopînin. Bersiva van tenê bi birîxistina raporan tê ku tenê xam li ser kaxezekê ye. Bêyî ku biryar an helwestên cidî li ser erdê pêk werin. Ev tişt dihêle ku komên çete û Tirkiye sûcên xwe dewam bikin.”
 
Heyhan Elî di dawiya axaftina xwe de bang li komîteya şopandina rastiyan û rêxistinên mafên mirovan a cîhanê kir ku derbasî girtîgehan bibin, sûcên ku lê têne kirin bi taybet ên li dijî jinan eşkere bikin.