'Di dema serdegirtinê de gef li me dan xwarin'

  • 12:58 9 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Dayika Çekdar Çubuk, Netice Çubuk ku di encama serdegirtina serê sibehê de lawê wê hat binçavkirin diyar kir ku polîsan di dema serdegirtinê de heqaret li wan kiriye û gef li wan daye xwarin. 
 
Li Amedê di saetên serê sibehê de bi ser TUAY-DER û gelek malan de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Gelek derî hatin şikandin û ji bo dosyayan biryara veşartinê hat dayin. 
 
Dayika Çekdar Çubuk, Netice Çubuk a ku di encama serdegirtina serê sibehê de hat binçavkirin diyar kir ku polîsan di dema serdegirtinê de heqaret li wan kiriye û gef li wan daye xwarin. Netice diyar kir ku polîsan wêneyê lawê wê Çekwar ê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye çirandine. 
 
'Wêneyê lawê min çirandin'
 
Neticeyê tiştên ku di serdema serdegirtinê te hat jiyîn wiha rave kir:"Min ji wan re got  aram bin ez ê derî vekim lê wan xwestin derî bişkînin. Dema min derî vekir wan bi çekên xwe bi ser malê de girtin. Di destpêkê de wêneyê lawê min ên şehîd ketibû çirandin û gotin "Yê ku geber bûye ev e ". Her tişt belav kirin. Min got 'korona heye lê hûn bi çekan dikevin hundur'. Wan jî gotin 'huş be yan na em dizanin em ê çawa te bidin sekinandin'. Min ji wan re got 'ez vê zilmê qebûl nakim û we hewaleyî xwedê dikim'. Wan jî gotin 'Tu xwedê nas dike? Tu bawer dike xwedê heye?'. Ev zilmeke mezin e. Ez ê vê zilmê qebûl nekim."
 
'Ez ê çongê danînim'
 
Netice bi lêv kir ku ew ê li dijî êrîşan serî netewîne û wiha got:"Ez ê tu carî li dijî vê dewleta faşîst serî netewînim. Ew çiqas bi ser min de bên jî ez ê bi hêz bim. Ez li dû doza lawê xwe me. Ez ê çongê danînim."
 
'Ji vê zilmê re êdî bes e'
 
Netice da zanîn ku lawê wê Çekdar bi kelepçeyê hat binçavkirin û wiha got:"Çekdarê min kirin bin çavan. Dema me li sedema wê pirsî gotin 'Bize emir gelmiş'. Du sal berê dîsa Çekdar kirin bin çavan. 7 meha girtî hat hiştin û dawiyê hat tehliyekirin. Derûniya zarokên min xirab kirin. Gotin em li malê li çip digerin. Min jî got tiştekî wiha tune ye. Ji wêneyên me ji zarokên me ditirsin. Em ê li doza şehîdên xwe xwedî derkevin. Ji vê zilmê re êdî bes e."