'Li dijî polîtîkayên dijminatiyê têkoşîneke topyekûn!'

  • 12:57 9 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Siyasetmedarên jin, aktîvîstên TJA'yê û endamên komeleyan bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da û gotin: "Li hemberî kurd û jinan polîtîkayeke taybet a dijminatiyê tê meşandin. Lê em dibêjin berxwedan jiyan e û em ê bi têkoşînê bi ser kevin." 
 
Polîsan serê sibê li Amede bi ser komeleya TUAY-DER'ê û malên rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de 6 kes binçavkirin. Di 22'yê gulanê li hemberî siyasetmedar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê operasyoneke binçavkirinê hat destpê kirin û 12 kes hatin girtin û ji bo endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran ji cezayê hepsa malê hat dayîn. 4'ê hezîranê jî wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisogullari hat betalkirin û hatin girtin. 
 
Di nava 20 rojane de li Amedê 24 kes hatin girtin û gelek kes jî hatin binçavkirin. Ji bo du jinan cezaya hepsa malê hat dayîn. Bertekên li hemberî binçavkirin û girtinan bi her awayî didomin. Jinên li Amedê dijîn xwebatên siyasî û saziyên sivîl dimeşînin binçavkirin û girtinên demên dawiyê şermezar kirin û gotin dê li dijî polîtîkayên dijminatiyê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez, destnîşan kir ku betalkirina parlamenteriyê û girtina Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari li hemberî siyaseta kurdan darbeyek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmet her tim kurdan hedef nîşan dide û vîna wan xesp dike. Lê dawiya wê hikûmetê hilweşandine. Welat tenê ji hêla 3 û 4 kesan ve tê birêvebirin. Ev tişt nayê pejirandin. Ne tenê ji bo kurdan di heman demê de ji bo tirkan jî xetereyek e. Hikûmet polîtîkayên xwe yên qirêj li hemberî siyaseta jinên kurd dimeşîne. Jinê hedef nîşan dide û dixwaze vîna jinê bişkine. Dijminatiya li hemberî jinê û nijadperestiya hikûmetê ya li ser kurdan heya kengê dê bimeşe. Îro qala nijadperestiya Amerikayê dikin lê li Tirkiyeyê jî li hemberî kurdan jî polîtîkayên nijadperestî tê domandin. Li vî welatî kesek heke nasname û hebûna xwe biparêze di bin gefa kuştinê de ye. Lê bila bizanibin ku em dev ji nasname û têkoşîna xwe bernadin." 
 
'Jinên kurd di her qadên jiyanê de dixebitin' 
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê  Bahar Karakaş Ulug, bal kişand li ser girtina Leyla Guven û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di şexsa Leyla Guven de vîna jinan hedef tê girtin. Em bi têkoşîna xwe li hemberê dewletê hêzek in, ger ku wisa nebûya Leyla Guven de çalakiya birçîbûnê de ji girtigehê nedihat tahliye kirin. Bi têkoşîna xwe ji bo jinan bû wek mînak. Jinên kurd li her qadên jiyanê de dixebitin. Em bi salan e di wan pratîkan de ne. Loma bi êrîşên li ser komeleyên jinan û bi girtinan dixwazin berxwadana jinan bişkênin. Nikarin me hemûyan bixin girtigehê, ger ku bixin jî li girtigehan de jî em ê têbikoşin.”
 
'Berxwedan jiyan e'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Taş, diyar kir ku têkoşîna jinan bi hezar sal in li dijî zihniyeta baviksalariyê derketiye û got: "Jin her tim li dijî, zilm, neheqî û newekheviyê têkoşîn daye. Em jî êrîşên li ser deskeftiyên jinan napêjirînin û heya roja dawiyê em dibêjin 'Berxwedan Jiyan e' û bi hev re li her qadê em ê li ber xwe bidin û nehêlin ku ew bi ser kevin."
 
'Êrîşê destkeftiyên me dikin' 
 
Endama Komeleya Çand û Piştevaniya Malbatên ku Xizmên xwe Wendakirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) Ayşe Çelîkbîlek, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku li hemberî Gelê Kurd û jinan û wiha bi lêv kir: "Desthilatdar ji ber neçarbûna xwe dest davêje nirxên civakê û hovîtiya xwe nîşan dide. Aliyek êrîşê li goristanan dikin û aliyek ji êrîşên deskeftiyên jinan dikin. Girtina Leyla Guven jî mînakek ji bo dijminatiya kurdan û dijminatiya têkoşîna jinê. Bi pêşnûmeqanûna êrîşa zayendî dixwazin jinê bêdeng bikin. Lê em ê bêtir têbikoşin. Bi Qanûna Înfazê ya AKP û MHP’ê faîlên wekî makîneya sûcê dixebitin hatin berdan û ev tişt bû sedema zêdebûna hejmara kuştin û şîdeta li hemberî jinê. Desthîlatdar jiyana jinê ya ku niha heyî napêjirîne û ji ber vê yekê êrîşê destkeftiyên jinan dike. Me bi têkoşînê destkeftiyên niha bi dest xistiye û û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin' 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan jî destnîşan kir ku di pêvajoya şewbê de destkeftiyên jinan hedef hatin girtin û wiha dom kir: “Ji hêza jinê ya guherandin û veguherandina jinê ditirsin. Her wiha bi Qanûna Înfazê sûcdar û tecawizkaran hatin berdan. Lê niha ji ber vê yekê jiyana jinê ket xetereyê. Komeleya Jinan a Rosayê ku li dijî wan tiştan xebatan dide meşandin bi operasyonek endam û rêveberên wan hatin girtin û êrîşê li wan kirin. Armanca wan êrîşan hem kirimînalîzekirina komeleya me ye û hem jî astengkirina xebatên jinê ye. Hem komeleyên jinan bêdeng dikin û hem jî faîlên jinan diparêzin. Lê em dev ji têkoşîna û berxwadana xwe bernadin. Di rêya berxwedanê de em ê têkoşîna xwe bêhtir mezin bikin.”