Parêzeran ji bo serdana li Îmraliyê serlêdan kir

  • 12:38 9 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Rezan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Abdullah  Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulana 2019 û 7-18’ê hezîrana 2019 û di 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzeran ji 7’ê tebaxê ve 78 caran serlêdan kirin, lê heta niha bi tu awayî bersiv ji bo parêzeran nehatiye dayîn.