'Em ê bi vîna xwe hewildanên faşîzma dewletan vala derxînin'
- 10:51 9 Hezîran 2020
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Li dijî kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê yên li herêma Efrînê, şêniyên Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûne axivîn û gotin: "Em ê têkoşina xwe berdewam bikin û bi yekîtiyê dagirkeriyê têk bibin."
Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li herêma Efrînê, şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Bi israr û bawerî, em ê bişkînin dagirkeriyê" meşek girseyî li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûne helwestên xwe parve kirin.
'Vîna jinên Efrînê wê neyê çewisandin'
Jina bi navê Nebîhe Mûsa kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê yên di derheqê jinê de şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li kêleka talan, qetilkirin, dizî û wêraniyê dest bi qetilkirin û revandina jinan jî kirine. Çeteyên dewleta tirk li Efrînê jinan bi zorê digirin û kiryarên bê exlaqî li ser wan pêk tînin. Êrîşên ku li ser jinan li Efrînê tên kirin, di heman demê de li ser me jî tê kirin. Dewleta tirk a dagirker bi êrîş û kiryarên xwe hewildana çewisandina baweriya Gelê Kurd û jinan dike, lê bila baş bizanibin em jinên kurd in û xwediyê vîna ku nayê şikandin in. Li Efrînê di derheqê jinan de tiştên ne exlaqî tê kirin û civakên navneteweyî û rêxistinên qaşo alîkariya mirovan dikin hemû piştevaniya dewleta tirk û çeteyên wê dikin. Em wek Gelê Kurd xwedî hêz û bawerî ne, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi yekîtiyê dagirkeriyê têk bibin."
'Tenê ji bo kurdan guh ker in, çav kor in û ziman lal in'
Dayika Şehîd Mazlûm Efrîn, Emîne Cefer kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Roj bi roj kiryar û êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên li Efrînê yên di derheqê sivîl û bi taybet jinan de zêdetir dibe. Ji ber ku mijar kurd in hemû guh ker in, çav kor in û ziman lal in. Sonda me vegera Efrînê ye û em ê soza xwe pêk bînin. Em ê her li ser piyan bin û dawiyê li desthilatdariya dewleta tirk û çeteyên wê bînin. Em ê bi vîna xwe hemû hewildanên faşîzma dewleta tirk li Efrînê vala derbixînin. Em wek jinên Efrînê li Şehbayê her dem piştevaniya gelê xwe yê li Efrînê mane bikin û rizgariya wan mîsoger bikin."
'Her çirûskek ji berxwedana jina kurd, serkeftinek e'
Jina bi navê Xalîde Seydo jî kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Her dem di şexsê jinê de serkeftin û berxwedan tê nîşandan, dewleta tirk û çeteyên wê nikarin roja jinê tarî bikin. Li Efrînê di derheqê jinan de tiştên bê exlaqî tê jiyîn û hemû cîhan jî bêdeng e û bêdengî sûcekî herî mezin e. Em ê wek gelê Efrînê li beramberî hemû kiryaran berxwedan xwe mezin bikin, ji ber ku çirûskek ji berxwedana jina kurd serkeftinek e."