Malbatên girtiyan ji pêvajoya normalbûnê bi fikar in

  • 09:10 9 Hezîran 2020
  • Rojane
QERS - Di çarçoveya pêngavên normalbûnê de ji 1’ê hezîranê şûnde li girtîgehan hevdîtinên girtî pêk hatin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ev wan dike fikaran û gotin ew daxistina înfaza wekhev dixwazin.
 
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 692 û hejmara testên pozîtîf jî 170 hezar derbas kir. Yek ji cihên ku herî bi rîsk jî girtîgehin. Li girtîgehan ji bo tedbîrê di 13’ê Gulanê de hevdîtin hatibûn rawestandin û girtiyan heftê carekê bi malbatan re di telefonê de hevdîtin dikir. Qanûna înfazê ya di çarçoveya tedbîran de hatibû girtin jî girtiyên siyasî têde cih negirtin. Piştî pêvajoya normalbûnê dest pê kir, ji 1’ê Hezîranê şûnde li girtîgehan hevdîtinên girtî dest pê kirin. Malbatan diyar kirin ku ew ji ber vê rewşê bi fikarin û divê girtî bi awayekî wekhev ji qanûnê fêdeyê bigirin.
 
‘Girtî bi pirsgirêkan re rû bi rû ne’
 
Girtiyê bi navê Zulkuf Kaya li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtiye û 14 sal ceza lê hatiye birîn. Hevjîna wî Zohre Kaya fikarên xwe anî ziman û got hevjînê wê 4 sale girtiye û wiha got: “Hevjînê min ji girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê surgunê girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê kirin. Piştre jî birin girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê. Me roja sêşemê hevdîtina telefonê kir. Hevjînê min got ji ber pêvajoya pandemî bi gelek pirsgirêkan re hatine rû hev, pisgirêka dezenfektanê dijîn, ava germ tune, xwarin jî gelek xerabin. Girtî û malbatan hêviya xwe bi qanûna înfazê girê dabûn lê mixabin pêk nehat.”
 
‘Bila edelet pêk bê’
 
Zohreyê, gotinên wezareta dadê yên wekê ‘wê di navbera malbat û girtiyan de hevdîtina bi dîmen pêk bê’ bi bîr xist û got ev pêk nehatiye û wiha pê de çû: “Divê hevdîtina bi dîmen pêk bê. Divê girtiyên siyasî jî bixistina çarçoveya qanûna înfazê. Em hîna jî dereng nemane. Çavên me li Dadgeha Destura Bingehîne. Hêvîdarim edelet bê cih. Hevdîtinên li girtîgehan jî dest pê kirine. Ev ne raste. Girtîgeh vê pêvajoyê baş bi rêve nabin.”
 
‘Di înfazê de wekhevî mafê destura bingehîn e’
 
Îsmaîl Kaya jî hevserokê HDP’a Qersê bû û du sal berê hat girtin. Hevjîna wî Dîlek Kaya, bi lêv kir ku divê her kes bi awayekî wekhev ji qanûna înfazê fêdeyê bigirin û got ev mafekî destura bingehîne. Dîlekê wiha berdewam kir: “Cîhan li dijî vîrusê têdikoşe, girtîgehan vala dike, ji bo civakî, çandî û aboriyê nexşêrêyan derdixe, lê li Tirkiyeyê qanûneke newekhev ji meclîsê hat derbas kirin. Di qanûnê de girtiyên siyasî cih negirtin.”
 
‘Hevdîtinên bi dîmen pêk nehatin’
 
Dîlekê destnîşan kir ku hefteya borî hevdîtina telefonê pêk anîne û hevjînê wê diyar kiriye ku hîjyen tune û xwarin ne paqijin û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Di rewşeke wisa de tedbîrên çawa hatin girtin, çi hat kirin em nizanin. Niha jî pêvajoya normalbûnê hat destpêkirin û qedexeyên hevdîtinê hatin rakirin. Pêvajo wê nîşan bide ku ka ev çiqas raste. Hîna pandemî neqedyaye, rîsk ji holê ranebûne, lê biryarek wisa tê girtin. Ev me dike fikaran. Dîsa em dixwazin ku mafê hevdîtina bi dîmen pêk bê. Wezaretê gotibû ji bo vê binesazî hatiye avakirin. Lê hîna jî pêk nehatiye. Edelet ji bo herkesî pêwiste. Em daxistina înfaza wekhev dixwazin.”