6 rêveberên TUAY-DER'ê serê sibê hatin binçavkirin

  • 08:41 9 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Polîsan serê sibê li Amede bi ser komeleya TUAY-DER'ê û malên rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de 6 kes binçavkirin.   
 
Polîsan serê sibê bi ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DER'ê û rêveberên komeleyê de girt. Polîsan di serdegirtina malan û komeleyê de derî bi zorê vekirin û lêgerîn kirin û 6 endam û rêveberên komeleyê binçav kirin. 
 
Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DER'ê Muşeher Ulker, rêvebrê berê yê TUHAD-DER'ê Menaf Kur, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahit Dogru, Rêvebera DUAY-DER'ê Şafî Hayme, Rêvebera TUHAD-DER'ê ya berê Leyla Ayaz binçav kirin. Malbatan diyar kirin ku polîsan alav û amûrên wan tevli hev kirin û tundî li ser endamên malê kirin. Tê gotin ku polîsan bi ser gelek malên din de jî girtine.