Şêniyên Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 20:23 8 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî kiryarên dewleta tirk di derheqê sivîlan de gelê Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li darxistin û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin. 
 
Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê, li dijî kiryarên dewleta tirk di derheqê sivîlan de meşek bi dirûşmeya "Bi israr û bawerî em ê bişkînin dagirkerî" hat li darxistin. Di meşê de şêniyên Efrîn û Şehbayê amadebûn. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên jinên ku li Efrînê hatine qetîlkirin, şaxên zeytûnan û pankartên bi nivîsa "Ji faşîzîm û dagirkeriya Erdogan re na", "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re", "Em li pey şopa te ne ey şehîd" û "Bi rihê pakrewanên azadiyê em ê komplo têk bibin û jiyanê bikin berxwedan" hatibûn hildan. Meş ji nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê  despêkir û li kampa Berxwedanê rawestiya.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Rêveberiya herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got: "Girtin û êşkence kirina jinan li Efrînê şermek li ser eniya mirovahiyê ye. Gelê Efrînê dîroka reş ya dewleta tirk têk bir û ji bo parastina nirxên gelan têkoşiya. Eger berxwedanî nebe wê tu serkeftin jî nebe, ji bo wê berxwedan jiyan e."
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê, Newroz Heşêm jî kiryarên dewleta tirk di derheqê jinan de şermezar kir û wiha pê de çû: "Em êrîşên dewleta tirk di derheqê jinan de şermezar dikin. Îro gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriyê rabû û helwestên xwe nîşan dide. Li Efrînê dagirkeriyek bê hempa tê jiyîn û hemû cîhan li hember van kiryaran bêdengin." 
 
Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana gelê Efrînê" bi dawî bû.