Jinên Êzidî: Têkoşîna Leylayê têkoşîna me ye

  • 12:40 8 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Êzidî bertek nîşanî girtina Leyla Guven da û gotin: "Jin li dijî şer û êrîşan bû xwedî vîn û nasnameyeke xurt. Em piştgiriyê didin berxwedana Leylayê û em ê wekî her tim têkoşîna xwe ya li hemberî hovîtiyê bidomînin."
 
Bertek û nerazîbûna li hemberî girtin û betalkirina wekîltiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya Colemergê Leyla Gûven û Musa Farisogllulari dewam dike. Jinên Êzidî derbarê mijarê de daxuyanî dan. Her wiha jinên ku tevlî daxuyaniyê bûn jî nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
Di daxuyaniya ku hatî dayîn de ev tişt hatin gotin: "Dagirkeriya faşîzma MHP û AKP 'ê ya ku dide meşandin li ser gelê me ev dagirkeriya ne cara yekemîne. Ji bo wê jî hemû teknîk û tûndîtî xwe bikar tîne. Bi taybetî di şeran de jin dixê hedefa xwe. Li beramberê şer û êrişan de jin gihaştiya vîneke xurt û bûye xwedî nasnamyek. 
 
Li Bakurê Kurdistanê êrîşê Goristanên Şehîdên me dikin, li Efrînê jin tên rewandin û kuştin, Li Tirkiyeyê Leyla Guven ya ku vîna gel temsîl dike hat girtin. Em wekî jinên Êzidî bang li hemû jinên jinên Êzidî dikin ku li ber xwe bidin û li dijî hovitiyê têbikoşin." 
 
Piştî daxuyaniyê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ji ajansa me re nêrînê xwe wiha anî ziman: "Îro dewleta tirk neheqî li hemberê Leyla Guven dike. Di sala 2018'an de Leyla Guven ji bo azadiya serok Apo dest bi greva birçîbûnê kir. Bi hêz û berxwedana Leyla Guven bi hezaran kes dest bi greva birçîbûnê kir. Em wekî jinên Êzidî jî tevlî vê berxwedanê bûn. Ev tişt bi gişî mînakek girîng bû. Em her tim piştgiriyê didin têkoşîna Leylayê û em ê li dijî neheqiyê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Xoxê Cindo jî derbarê girtina Leyla Guven bertekên xwe wiha anî ser ziman: “Em berxwedana Leyla Guven silav dikin. Ji bo berxwedana wê em ê jî têbikoşîn. Leyla li dijî tecrîda li hemberî Rêber Apo greva birçîbûnê da destpê kirin û ev berxwedaneke pîroz bû. Em ê niha jî li ber xwe bidin û bi ser kevin jî."