Fîgen Yuksekdag: Vîna gel bi darbeyan têk naçe

  • 14:38 7 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Derbarê betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari de Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê ku niha girtî ye Fîgen Yuksekdag, peyamek weşand û got: "Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe. Em ê bi hevre azad bibin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê F^mgen Yuksekdag ku niha girtî ye, peyamek weşand û betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û wekîla HDP'ê Leyla Guven û wekilê HDP'ê Mûsa Farisogullari şermezar kir. Fîgen li ser hesabê medya civakî yê Twitterê peyamek weşand û wiha got: "Vîna gel a bi berxwedanê hatiye qezenckirin bi darbeyan têk naçe. Em ê bi hev re azad bibin û azadiyê qezenç bikin."