Ji jinên Îdirê banga 'Em bêdeng namînin'

  • 14:38 7 Hezîran 2020
  • Rojane
ÎDIR - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îdirê li dijî xistina wekîltî û girtina Leyla Guven û Musa Farisogullari daxuyaniyek dan û gotin: "Leyla vîna me ye û em ê li hemberî xespkirina vînê bêdeng nemînin." 
 
Piştî ku wekîltiyên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari hat xistin hatin girtin. Di têkildarê xistina wekiltî û girtina Leyla û Mûsa de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îdirê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber awahiya Rêxistina HDP'ê ya bajêr pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta "Me serî ne netewand em ê netewînin dê derbeker biçin, em ê bi ser kevin û berxwedan jiyan e” vekirin. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'ê Ozlem Tozuk ve hat xwendin. 
 
Ozlem, destnîşan kir ku Leyla Guven vîna Gelê kurd e û got: "Leyla emrê xwe fedayê jinên kurd kir û gelek bedel jî da. Leyla di 24'ê hezîranê sala 2018'an de wekî parlamentera Colemêrgê hat bijartin. Ligel parlamenter bû jî demek dirêj li girtîgehê ma. Li girtîgehê li dijî tecrîda li hemberî birêz Abdullah Ocalan 200 rojî di nava çalakiya greva birçîbûnê de ma. Bi belavbûna berxwedanê re bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk hat."
 
Ozlem, diyar kir ku her wiha Leyla vîna jina ye jî û wiha axivî: "Leyla bi berxwedan û têkoşîna xwe ji jinên cîhanê re bû îlham. Jin li hemberî îqtîdara faşît tu carî paşve gav neavêt. Îqtîdara faşît a AKP û MHP'ê li hemberî têkoşîna Leylayê nabe asteng. Leyla vîna me ye û em li hemberî xespkirina vîna xwe bêdeng namînin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.