Kongreya Star girtina Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir
- 14:05 7 Hezîran 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star a bajarê Dêrikê girtina siyasetmedara kurd Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Bi armanca şermezarkirina girtina parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Kongreya Star a bajarê Dêrikê daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Azadiyê bi beşdarbûna bi dehan jinan ve hat dayîn. Rêvebera Kongreya Star Dîlber Elî daxuyanî xwend.
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Em hemû dizanin ku komploya dewleta trik li ser kurdan de bi dawî nebûye. Ji aliyekî ve êrîşî gelê aram dikin û li aliyê din jî herêmên me dagirdikin. Her wiha li bakurê Kurdistanê jî êrîşê gel dikin.
Dewleta tirk dema kurd di hilbijartinan de bi ser bikeve êrîş dike û parlamenter û hewşaredaran digire. Li Bakur her roj kurd tên qetilkirin û tên binçavkirin û tên girtin. Herî dawiyê jî girtîna siyasetmedar Leyla Guven e. Leyla ji bo azadiya civaka xwe têdikoşe û cihê wê ne zindan e. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo Leylayê têbikoşin."
Daxuyanî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.