Hevserokên jin: Berxwedan jiyan e

  • 09:15 7 Hezîran 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevserokên jin bertek nîşanê xistina palamenterî û girtina parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û diyar kirin ku girtin ne hiqûqî ne û gotin di şexsê Leyla Guven de li hember têkoşîna jinan êrîş pêk hatiye.
 
Bertekên li dijî xistina parlamenterî û girtina parlamenter Leyla Guven didomin. Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven, Musa Farîsogullari û her wiha parlamenterên CHP’ê Enîs Berberoglu, parlamenteriya wan hat xistin û piştre hatin girtin. Enîs Berberoglu 24 saet şûnde bi biryara ‘destûra malê’ hat berdan. Lê Leyla û Musa hîna girtîne. Hevserokên HDP’î bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku girtin ne ehlaqî û hiqûqî ne û got êrîş di şexsê Leylayê de li hember têkoşîna jinan pêk hatiye.
 
‘Berxwedan jiyan e’
 
Hevseroka navçeya navendî ya HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku ew desthilatdariya AKP-MHP’ê şermezar dike û got ev pêkanîn bi tu awayî nayên qebûlkirin û wiha pê de çû: “Du meh cezayê Leyla Guven maye, ev jî nabe hinceta xistina parlamenteriyê. Xistina parlamenteriya wê li hember destkeftiya jinan e. Me bi Leylayê re li Colemêrgê xebatên xweş meşand. Gelê Colemêrgê ji Leylayê hez dike. Em silavên xwe ji Leylayê re û hemû girtiyan re dişînin. Wek Leylayê gotiye ‘berxwedan jiyan e’.”
 
‘Ev ne hiqûqî û ehlaqî ye’
 
Hevşaredara Colemêrgê ya qeyûm tayînê şûna wê bû, Humeyra Armut jî diyar kir ku xistina parlamenteriyan ne hiqûqî û ehlaqî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ev pêkanîn hemû li dijî tunekirina îradeya gelan e. Ev tê wateya neqebûlkirina gelekî. Em van pêkanînan qebûl nakin û diyar dikin ku wê her tim ligel parlamenterên xwe bin.”
 
‘Nikarin têkoşîna jinan bidin sekinandin’
 
Hevseroka navenda Colemêrgê Sîpan Turan jî berteka xwe ya li dijî vê dijhiqûqiyê wiha anî ziman: “Parlamentera me Leyla Guven, parlamenteriya wê hat xistin û hat girtin. Leyla Guven bi dengên dehezaran kesî hat hilbijartin. Ji bo me hîna parlamenter e. Ev pêkanîn di şexsê Leyla Guven de li dijî jinan hatiye kirin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Nikarin bi tu awayî têkoşîna me bidin sekinandin. Berxwedan jiyan e.”