‘Divê jin li hemû cîhanê li dijî kiryarên tirkiyeyê dakevin qadan’

  • 15:54 6 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên kurd û ereb yên ku beşdarî meşa li dijî girtina parlementera HDP'ê Leyla Guven bûne helwestên xwe nîşan dan û gotin: "Leyla Guven nasnameya jinên azad e, loma girtina wê tê wateya hedefgirtina tevahî jinan. Em li dijî faşîzma AKP'ê têkoşîna Leyla dewam bikin."
 
Dewleta tirk Hevseroka KCD'ê û parlementera Colemêrgê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven girtin. Li dijî vê biryarê li seranserî Kurdistanê jinan bertek nîşan dan. Di vê çarçoveyê de jî jinên ji Kantona Kobanê yên ku beşdarî meşê bûne nêrîn û piştgiriya xwe anîn ziman.
 
‘Li dijî kiryarên tirkiyeyê bila jin dakevin qadan’
 
Berdevka jinên navçeya Çelebiyê Emîne Mistefa nêrîna xwe anî ziman û wiha axivî: "Leyla Guven jineke ku jiyana xwe bi têkoşînê re kiriye yek. Dewleta tirk ji bo ku têkoşîna jinê bide rawestandin hemû rê û rêbazên tundiyê bi kar tîne. Lê ev kiryarên li hember jinên siyasetmedar wê bê encam be, ji ber ku me weke jinên kurd û ereb  hêza xwe kiriye yek û li dijî faşîzma tirkiyeyê têkoşîna xwe mezin kiriye. Ji dewleta tirk re êdî bes e. Em weke jin tenê daxwaza azadî û mafê xwe dikin. Me tu zirar negihandiye dewleta tirk. Lê ev kiryar metirsiya dewleta tirk ji têkoşîna me diyar dike. Divê ku jin li hemû cîhanê li dijî kiryarên tirkiyeyê dakevin qadan." 
 
'Girtina Leyla hedefgirtina nasnameya jina azad e'
 
Jina Ereb Yazê Xelîl ku ji bajarokê Sirînê ye piştgiriya xwe ji Leyla Guven re anî ziman û got: "Em kiryarên AKP'ê yên li hember Leyla Guven û hevalên wê  şermezar dikin. Leyla Guven nûnertiya me hemû jinên ereb dike, loma armancgirtina wê tê wateya hedefgirtina nasnameya jinên azad. Ji ber vê yekê hêviya me ji hemû jinan heye ku li hember girtina Leyla Guven bê deng nemînin û heta ku neyê berdan em ranewestin. "