Nuran Îmîr: Leyla Guven sembola têkoşînê û jinê ye

  • 15:09 6 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinê ya Şirnexê ya HDP’ê û TJA, têkildarî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven de daxuyanî da. Di daxûyaniyê de Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û biryara hatiye dayîn şermezar kir. Nûran wiha got: “Leyla Gûven sembola têkoşînê û jinê ye. Em ê dev ji têkoşîn û destkeftiyên xwe bernedin.”
 
Di derbarê betalkirina parlamenterî û girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farîsogullari de, parlamenterê CHP'ê ku parlamenteriya wî hat betalkirin Meclîsa Jinê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad(TJA), li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiya Şirnexê daxûyanî dan. Di daxûyaniyê de pankarta “Me serî netewand, em ê netewînin. Ew ê darbekar biçin, em ê bi ser kevin” hat vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dadikên Aştiyê û gelek  jin tevlî daxûyaniyê bûn. Di daxûyaniyê de Nuran Îmîr a HDP’yî axivî.
 
‘We pirsgirêka xwe çareser kir?’
 
Nuran, biryara ku hat dayîn şermezar kir û wiha got: “Leyla Gûven ne keseke ji rêzê ye. Leyla Gûven bi sekin û berxwedana xwe têkoşiyaye û bûye sembola jinê. Destên ku dirêjî Leyla Gûven bûne, dirêjê hemû jinan bûne. Bi vê bêhiqûqiyê dixwazin hilbijartinan bêwate bikin. Zihniyeta mêran li dijî demorkasî, berxwedan û têkoşîna jinê ye. Bi van êrîşan hem êrîşî partiya me û hem jî êrîşî gelê me dikin. Îqtîdara AKP’ê qeyûm tayînî şaredariyêm me kir û ev jî têr nekir parlamenteriya parlamenterên me betal kirin û girtin. Em dipirsin bi van pêkanînan we pirsgirêka xwe çareser kir? Me kurdan tu carî li hember zext û êrîşên faşîst serî netewand û em ê netewînin. Bi van pêkanînên faşîst û zextan  tu pirsgirêkan hûn nikarin çareser bikin.Îqtîdar tim bi her awayî êrîşî kurdan dike.”
 
‘Em ê destên xwe nekişînin’
 
Nuran, bilêv kir ku ew zext û tundiya îqtîdarê nas nakin û wiha pêl da axaftina xwe: “Heta ku em hebin em ê nehêlin ku pergala mêr bi ser keve. Em ê bi têkoşîna xwe êrîşan hilweşînin.” Nuranê,  di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û dakevin qadan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em ê tu carî destên xwe ji vîn û destkeftiyên jinan nekişînin. Em ê tim biparêzin. Heta ku em bi ser kevin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxûyanî bi dirûşmên “Berxwedan Jiyane” û “Leyla Gûven rûmeta me ye” bi dawî bû.