Xizmên windayan di hefteya 591'emîn de li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsî

  • 14:16 6 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 591’emîn de aqûbeta Nîhat Aydogan ku beriya 25 salan ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hat girtin û careke din agahî jê nehatin girtin, pirsîn.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 591’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hesabê medya civakî yê komeleyê li dar xistin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalçin axivî û aqûbeta Nîhat Aydogan ku di qanûna 1994’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hatibû girtin û carake din agahî ji nehatibû girtin, pirsî.
 
Ji ber zilma li bavê wê hat kirin lal bû
 
Parêzer Hasan, di daxuyaniyê de çîroka windabûna Nîhat bi hurgilî vegot û diyar kir ku Nîhat ji aliyê leşker û cerdevanan ve ji mala xwe hatiye derxistin û wiha got: “Dest û çavên Aydogan girê dan û çoka wî şikandin û li ber çavên zarokên wî îşkence lê kirin. Keça Aydogan a 12 salî ku li ber çavê wê ev zilm li bavê wê hat kirin, lal bûn. Destpêkê Aydogan birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Midyadê û ji vir jî birin Fermandariya Navendî ya Mêrdînê. Li Fermandariya Navendî ya Mêrdînê, 15 rojan îşkence û muameleya xerab li Aydogan hat kirin.”
 
Hasan, da zanîn ku ji girtinê şûn de 25 sal in careke din agahî ji Nîhat  nehatiye girtin û hemû hewldanên hiqûqê yên hevjîna Nîhat  Halîme Aydogan bê encam mane.