Desteya Perwerde û Fêrkirinê hedefgirtina jinên Efrînê şermezar kir

  • 11:26 6 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Hesekê  kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinên Efrînê de bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Hesekê hedefgirtina jinên Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya taxa Kelasê ya Bajarê Hesekê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Şopandinê ya kantona Hesekê Rûken Necar  ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Bi sedê salan împratoriya osmanî di Rojhilata Navîn de dagirkeriya xwe berdewam kir û îro jî dewleta tirk berdewamiya desthilatdariya împratoriya Osmanî ye û dixwazin lingê hespê xwe li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biçikînin. Di nav de jî êrîşên xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike, ji ber sîstema ku di hindirê herêmê de tê meşandin li hember  hemû kiryarên dagirkeriyê ye.
 
Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve heta roja  me ya îro her dem jinê ji bo jiyaneke wekhev û demokrat kar û xebat kiriye. Di heman demê de jin di hemû saziyan de cihê xwe girtine û bi rengekî çalak bi şoreşê re xwe pêş xistine.  Ev jî dibe sedema metirsiya dewletên desthilatdar, ji ber ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di cîhanê de dibe mînak ku çawa di derfetên herî teng de xwe bi rêxistin dikin.
Dewleta tirk a dagirker piştî dagirkeriya kantona Efrînê niha jî êrîşî jinan dike, jinan direvînin û bi awayekî hovane destdirêjiyê li wan dike, ji ber ku hêza jinê dikare li hember dagirkeriyê bisekine û bibe hêza çareseriyê ev jî ji bo dagirkeran dibe metirsî.
 
Em wekî mamosteyên jin û endamên rêveberiya dibistanan a Kantona Hesekê êrîşên li ser jinên Efrînê şermezar dikin û bêmafiya ku li ser jinê tê kirin weke sûcekî li dijî mirov dibînin. Ji bo ku jin ji mafê xwe yê jiyanê bê par nemînin em ê têbikoşin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.