Semîre Nergîz: Di zêdebûna şîdeta li ser jinan de rola qeyûm mezin e

  • 09:19 6 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînî Semîre Nergîz ku qeyûm tayînê şûna wê bû, da zanîn ku tayînkirina qeyûman û rawestandina xebatên jinan, bûye sedema zêdebûna şîdeta li ser jinan û got projeyên wan rakirine û tu xebatên der barê jinan tune ye.
 
Yek ji şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm lê hat tayînkirin şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê bû. Li Mêrdînê di hefteya dawî de du jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û Gul Oruk (22) ya bi çekê birîndar bû dermankirina wê didome. Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz destnîşan kir ku şîdeta di demên dawî de zêde bûye encama polîtîkayên tên meşandinê ye û got qeyûmên ku xebatên jinan nameşînin jî xwedî parek mezin in.
 
‘Hat dîtin ku fikarên jinan çiqas di cih de ne’
 
Semîreyê bi lêv kir ku qanûna înfazê an jî qanûna îstîsmarê ya tê xwestin derbixin şîdeta li ser jinan zêdetir kiriye û wiha berdewam kir: “Şîdet ji bo jinan qet neguherî. Ji bo ev şîdet ji holê rabe jin têkoşînek mezin didin. Lê dewletê tu car ji bo vê hewl neda. Wek hûn dizanin di qanûna înfazê de gumanbarên şîdetê hatin berdan û me bi dehan carî got ku tedbîr hatine girtin an na. Lê tevî vê qanûn derxistin. Me dît ku van geşedanan şîdet zêde kiriye. Her wiha jin di fikarên xwe de jî mafdar bûn.”
 
‘Tu tiştek ne tesaduf e’
 
Semîreyê bi lêv kir ku qeyûm tu xebatên jinan nameşînin û ji ber vê jî şîdet zêde bûye û got: “Piştî qeyûm hatin hemû proje hatin sekinandin. Ji ber ji hêza jinê ditirsin, berê xwe didin qadên jinan. Her cihê ku qeyûm heye ev tê dîtin. Li hember aktîvîstên TJA û rêveber û endamên Komeleya Rosa operasyon pêk hat. Ev ne tiştekî tesadufî ye.”
 
Semîreyê di dawiya axaftina xwe de got şîdeta li ser jinê ne tenê li Nisêbînê li her derê heye û got wê jin li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.