'Têkoşîna me li hember zilmê parastina vîn û hebûna me ye'

  • 09:01 6 Hezîran 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Ji Reveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Helebê  Heyfa Hesen, li ser kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nirxandin kir. Heyfayê bi lêv kir ku kiryarên dewleta tirk nayên qebûlkirin û wiha got: “Dewleta tirk pîvanên exlaqî derbas dike û dixwaze îradeya jina kurd bişkîne. Divê cîhan li hember  kiryarên dewleta tirk ji bêdengiya xwe xilas bibe. Têkoşîna me li hember zilmê parastina vîn û hebûna me ye.”
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe şûnde her roj Efrîn bi binpêkirina mafan bû rojev. Niha jî li gor çavkaniyên herêmî êrîş û tuniya li ser şêniyên Efrînê didome. Bi taybet jî tundî û îşkence li jinan tên kirin. Têkildarî mijarê ji Reveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Helebê  Heyfa Hesen nêrînên xwe anî ziman. 
 
'Dîroka dewleta tirk tijî qirkirin û tundî ye'
 
Di destpêka axaftina xwe de Heyfa bal kişan ser dîroka dewleta tirk û wiha got: “Dîroka dewleta tirk dîrokeke tijî qirkirin û tundî ye.  Dewleta tirk her ji xwe re kuştina mirovan kiriye armanc. Ji dema ku dewleta tirk axa Sûriyeyê dagir kiriye, êdî qirkirinên mezin di herêmên dagirkirî de dike û mirov bi kuştinê û tundiyê re rû bir û dimînin. Dewleta tirk her dem ji kurdan kîn hilandiye û di kiryarên wê de ev yek baş tê dîtin.”  
 
'Dewleta tirk dixwaze îradeya jinan bişkîne'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Heyfa bal kişand ser rewşa welatiyên ku di Efrînê de mane û bi taybet rewşa jinan û wiha domand: “Welatiyên ku niha di Efrînê de mane tu girêdana wan bi tu aliyan re tune ye, tenê  girêdana wan bi axa wan heye. Dewleta tirk di Efrînê de hemû kiryarên binpêkirinê pêk tîne û guhertina demografîk daye çêkirin. Çand û dîroka Efrînê tune dike. Her wiha nasmaneya Efrîniyan winda dike. Herî dawî li Efrînê dema  ku şer û pevçûn di navbera komên çeteyan de derketin di girtîgehên navendên wan de bi dehan jinên ku hatibûn revandin hene û bi rengekî hovane  ew hatine îşkencekirin û tecawizkirin. Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê van kiriyarên dewleta tirk şermezar dikin. Çeteyên ku di Efrînê de mane dixwazin gelê herêmê yê resen bidin koçberkirin, da ku herêmê ji kurdan vala bikin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe di destpêkê de jinan hedef digire û dixwaze îradeya jinan bişkîne."
 
'Divê hemû jinên cîhanê xwedî li jinan derkevin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Heyfayê bang li hemû aliyên pêwendîdar û saziyên mafê mirovan kir ku xwedî li mafê jinan derkevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê  komîteyeke lêpirsînê  were avakirin da ku rastiyên di Efrînê de diqewimin bê şopandin.  Her wiha divê dewletên ku bi navê parastina mafê mirovan bang dikin çavên xwe li rastiya kiryarên tirkiyeyê vekin. Em soz didin tevahî jinan ku wê rawestandin ji me re tune be heya ku em mafên wan mayinde bikin. Têkoşîna me li hember zilmê parastina vîn û hebûna me ye.”