ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 6 Hezîran 2020
  • Rojev
*Ji Reveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Helebê  Heyfa Hesen, li ser kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê nirxandin kir. Heyfayê bi lêv kir ku kiryarên dewleta tirk nayên qebûlkirin û wiha got: “Dewleta tirk pîvanên exlaqî derbas dike û dixwaze îradeya jina kurd bişkîne. Divê cîhan li hember  kiryarên dewleta tirk ji bêdengiya xwe xilas bibe. Têkoşîna me li hember zilmê parastina vîn û hebûna me ye.” 
DÎMEN HEYE
 
*Jina Aşûr a bi navê Kesandira Bûlis a ku ajokara patosê ye û di heman demê de temîrê jî dike, diyar kir ku wê li dijî qalibên di binhişiya civakê de bi cih bûye her têkoşîn kiriye û wiha got:"Ez û bavê xwe bi hev re derdikevin nava zeviyên xwe û bi patosa xwe  em berhemên erdên xwe diçinin. Li hember adetên civakê min têkoşîn kir û xeyalên xwe pêk anîn." DÎMEN HEYE
 
*Hidayet Ar ku bi salane ji bo aştiyê têdikoşe, got tevî zor û zehmetiyan dest ji têkoşînê bernedaye û got: “Em dayik in, aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimire.” DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê  bi salane jin çanda bi hezar salan a teşiyê didomînin. Li Kurdistanê  ristina teşiyê çandeke kevn û kurdewar e. Jin ji  Hiriya ku bi teşiyê badidin û dikin rîs, ji bo kel û pelên xwe  bi kar tînin. Di destêka havînê de berx û mîh tên qusandin û hiriya ji wan tê qusandin piştre  tê şûştin. Piştî ku mîh hatin birîn û hiriya wan hat şûştin, bi amûrek taybet ku jê re dibêjin şane hirî tê jihevkirin û  bi teşiyê tê ristin.Piştî ku bi teşiyê rîs çêkirin, ew rîs ji bo gelek kel û pelan û ji bo çêkirina gelek tiştên din tê bikaranîn.  Jinên ku vê çandê berdewam dikin diyar kirin ku her jinek ji zindîkirina vê çandê berpirsyar e.  DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca bal kişand ser êrîşên demên dawiyê û got: "Ciwanek kurd li emniyetê bi îşkenceyê re rûbirû dimîne, ciwanek ji ber ku strana bi kurdî guhdar dike tê kuştin, pirtûkxaneya Mir Celadet Bedîrxan tê hilweşandin, hestiyê zarokek bi korgoyê ji dayik re tê şandin û cenaze li peyareyê tên definkirin! Piştre jî qala xwişk û biratiyê dikin. Lê li hemberî kurdan dijminatiyeke topyekûn heye." BI DÎMEN 
 
*Jinên Şengalê têkildarî êrîşên li ser Efrînê diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin û wiha gotin:"Êrîş û bêdengiya li dijî êrîşan nayên qebûlkirin. Em ê her li dijî van êrîşan bisekinin." BI DÎMEN
 
*Li navçeya Hezexê jina bi navê Fatma Geçgel, bi qesîlên ku kom dike hem dike dergirik pê hewşa xwe diparêze û hem jî wekî mirdiyaq bi kar tîne û pê banê xaniyê xwe dparêze. Fatma wiha got: “Ev çand ber bi tûnebûne ve diçe. Tu kes êdî qesîlan bi kar nayne. Em naxwazin ev çand tûne bibe.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku rol û keda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di belavbûna fikra HDP’ê ya li gelan gelek mezin e û ji hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an heta niha rejîma yekparêz HDP wek tehdîd dîtiye. BI DÎMEN 
 
*Li kolanên Amedê mêr têkildarê êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de pirsên me bersivandin û gotin: "Li şûna ku tacîzkar û êrîşkar bên cezakirin tê xelatkirin. Divê ev sûc nayê efûkirin û divê bi awayekî herî giran bên cezakirin." BI DÎMEN 
 
*Di 2007’an de li baxçeyê fabrîkaya guleyan a berê ya li Gazîemîr a Îzmîrê nukleer hatibû tespîtkirin û ev bûyer di rayagiştî de wek Çernobîla Îzmîrê tê zanîn. Ji 2007’an heta niha tu pêşketin jî çênebû. Seroka Şaxa ÇMO, Helîl Înay Kinay diyar kir ku ev ne pirsgirêka Gazîemîr ya Tirkiyeyê ye. BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Nisêbînî Semîre Nergîz ku qeyûm tayînê şûna wê bû, da zanîn ku tayînkirina qeyûman û rawestandina xebatên jinan, bûye sedema zêdebûna şîdeta li ser jinan û got projeyên wan rakirine û tu xebatên der barê jinan tune ye. BI DÎMEN 
 
*Piştî parlamenteriya parlamenterên HDP’ê û CHP’ê hat xistin şûnde, du parlamenterên HDP’ê hatin girtin. Hevseroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Uyar, da zanîn ku divê li dijî rejîma yek mêrî platformeke hevpar a muxalefetê ava bibe. BI DÎMEN
 
*Parêzera Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven  Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ew li bendê bû muwekîla wê bê tahliyekirin û ev tişt got: "Bêyî ku li benda biryara qanûna bingehîn bimînin xwendina cezayê ku bû sedema betalkirina parlamenteriyê, hem li dijî qanûna bingehîn e û hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye."