Li Amedê biranîna 5'ê Hezîranê

  • 19:06 5 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka HDP’ê ya bajêr Hulya Alokmen Uyanik di 5'emîn salvegera qetlîama 5'ê Hezîranê de axivî û got: "5 sal beriya niha jî li dijî êrîşan me paşve gav neavet û îro jî li dijî êrîşan em paşve gav navêjin." 
 
Di 5'ê Hezîrana 2015'an de di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyonê ya Amedê de êrîşa bombeyî pêk hatibû û di encamê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. 400 kes jî birîndar bûn. Rêxistina HDP'ê ya Amedê di 5'emîn salvegera êrîşê de li cihê bûyerê merasîma biranînê li dar xist. Malbatên ku xizmên xwe di teqinê de windakirine, hevserokên HDP’ê yên bajêr Hulya Alokmen Uyanik û Zeyad Ceylan, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel, Şiyar Uzsoy, Îmam Taşçi, hevseroka ESP’yê Beycan Taşkiran, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û nûnerên saziyan tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de Hulya Alokmen Uyanik daxuyanî da. 
 
Hulya, di axaftina xwe de bal kişand ser teqinê û got: "5 sal beriya niha li vir bi hezaran kes ji bo azadî û wekheviyê biqêrin kombibûn. Lê li vir 2 bombe hatin teqiyan û 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Ev lekeyek qirêjê ket dîroka Tirkiyeyê. Lê mijar tenê bi wan bombeyan re ne sînordar e. Hîna dixwazin stranên me yên ji bo azadiyê asteng bikin û bêdeng bikin. Çawa ku beriya 5 salan ev kes ligel êrîşan paşve gav ne avêtin îro jî paşve gav navêjin. Em bêdeng nabin û em stuyê xwe li ber zilma we xwar nakin, em ê têbikoşin.”
 
Hulya, di axaftina xwe de bal kişand ser domandina têkoşînê û wiha axivî: "Li dijî siyaseta qetlîamê, qeyûmê girtinê û desteserkirina destkeftiyên kurdan em her tim di nava berxewdanê de bûn. Em tu carî teslîm nabin û em teslîmiyetê qebûl nakin."
 
Piştî axaftinan li cihê teqîn çêbûyê qurnefîl hatin danîn.