'Leyla Guven bi têkoşîna xwe bû feyza jinên cîhanê'
- 14:47 5 Hezîran 2020
- Rojane
MUGLA - Meclîsa Jinê ya Muglayê ya HDP'ê têkildarî xistina parlamenteriya Leyla Guven de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Leyla Guven bi têkoşîna xwe bû feyza jinên cîhanê."
Di derbarê parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari de Meclîsa Jinê ya Muglayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajêr Fulya Erdogan ve hat xwendin.
'Leyla Guven ji bo jinên Kurd û gelê xwe bedel da'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin tifaqa AKP-MHP'ê polîtikayên dijminatiya li dijî gelê kurd didomîne û wiha dewam kir:"Leyla guven emrê xwe bi têkoşîna gelê kurd derbas kir. Leyla Guven ji bo jinên Kurd û gelê xwe bedel da, bi têkoşîna xwe bû feyza jinên cîhanê. Ew ê êrîşên faşîzane li ber têkoşîna Leyla Guven nebe asteng. Leyla Guven em in û gel e. Têkoşîna wê têkoşîna me ye."
Daxuyanî bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.