Li dijî xistina parlamenteriyê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin

  • 14:14 5 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, Wanê, Merdînê, Stenbolê û Colemêrgê di derbarê xistina parlamanenteriya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDP'ê Musa Farîsogullari da daxuyanî dan.
 
Bertekên li dijî xistina parlamanenteriya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDP'ê Musa Farîsogullari dewam dikin. Li Şirnex, Wan, Mêrdîn, Stenbolê û Colemêrgê rêxistinên HDP'ê têkildarî mijarê daxuyanî dan. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ya Şirnexê, di derbarê parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari duh hatibû betalkirin û hatibûn girtin daxuyanî da. Daxuyaniya ku li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê hat dayîn Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, TJA û gelek kes tevlî bûn. Di daxûyaniyê de Hasan Ozgûneş ê HDP’yî axivî.
 
Hasan, bertek nîşanê biryara hatiye dayîn da û wiha got: “Li Tirkiyeyê darbe tu carî neqediya. Zihniyeta AKP-MHP’ê vîna gel nas nakin, dest didin hevdû li Tirkiyeyê faşîzmê ava dikin. Dogu Perincek, hiş dide AKP’ê û hevkarê wî. Me tu carî li hember van êrîşan serî netewand û em ê netewînin. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê em ê rûpelekî nû vebikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Leyla Guven rûmeta me ye” bi dawî bû. 
 
Li Wanê xistina parlamenteriyê hat şermezarkirin
 
HDP' a Wanê bi daxuyaniyekê xistina parlamenteriya parlamenterên HDP'ê şermezar kir. 
 
Ji aliyê TBMM'ê ve parlamenteriya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu bi hinceta 'cezayê hatiye teqezkirin' hat xistin û hatin girtin. Bertekên li dijî xistina parlementeriya Leyla Guven,Musa Farîsogullari zêde dibin. Li Wanê  bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîka a Gelan(HDP) a Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarisac, hevserokên HDP'ê yên Wanê û  TJA'yê  li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Riyaarmûşê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Daxuyanî bi axaftina Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin dest pê kir. Oznurê diyar kir ku li dijî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina vîna gel ew ê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Pişt re parlementerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisac axivî. Murat jî bi lêv kir ku bi salane ji hêla îktîdarê ve vîn û destkeftiyên gelê kurd tên hedefgirtin û got:" Roj nîne ku em bi darbeyên AKP û MHP'ê şiyar nebin. Bi xistina parlementerên me AKP'ê darbeyeke nû daye destpêkirin. Duh serokê parlementoyê bi nenaskirina vîna gel  demokrasî û hiqûq careke din binpê kirine. Bi salane li dijî gelê kurd polîtîkayên dijminane didin meşandin. Bi desteserkirina şaredariyan û xistina parlementeriya parlementerên me ew ê negihîjin armanca xwe. Îktîdara AKP û MHP'ê li ser êrîş û talankirina xwezayê vîna gelê kurd hebûna xwe didomîne. Îktîdar jî dizane ku ew êdî nikarin bi vî awayî bidomînin, ji ber wê evqas êrîş dikin.Baweriya wan bi hiqûq û edaletê nayê û ji ber wê li dijî vîna gelan bêhurmetiyê dikin. Têkoşîna Leyla Guvenan dibe giyana berxwedanê. Ew ê bi girtinan nikarin wê berxwedanê têk bibin. Ew jî dizanin ku gelê kurd wê wan nas neke û hilbijartineke din pêk were wê gel dîsa dengê xwe bide HDP'ê.  Em li her derê ne û em ê li her derê li berxwe bidin. 
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên 'Berxwedan jiyan e' bi dawî bû. 
 
Li Colemêrgê xistina parlamenteriyê hat şermezarkirin
 
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê têkildarî xistina parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari daxuyanî da. Hevserokên bajêr ên HDP'ê, Hevserok Humyra Armut a ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê bûn. 
 
'Em pêkanînên antîdemokratîk lanet dikin'
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê bajêr Sinan Kaya ve hat xwendin. Sinan got:"Hiqûq bi temamî bûye amûra paramiliter a AKP'ê. Em pêkanînên antîdemokratîk lanet dikin. Em ê bi her awayî li partî û parlamenterên xwe xwedî derkevin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû. 
 
Polîsan daxuyaniya HDP'ê ya Mêrdînê asteng kir
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê li dijî xistina parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven û parlamenterê Amedê Musa Farîsogullari û girtina wan xwest daxuyaniyê bide. Avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Girseya ku astengî bi dirûşma "Zext nikare me têk bibe" piştî ku xistina parlamenteriyê şermezar kir belav bû.
 
Li Stenbolê daxuyanî hat dayin
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, Sedat Şenoglu, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Erdal Avci, Elif Bulut beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê li dijî darbeyên we li berxwe bidin" hat hilgirtin. 
 
 Piştre metna hevpar ji aiyê Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Erkan Tepeli ve hat xwednin. Daxuyanî piştî rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.