Bertekên li dijî darbeya meclisê berdewam dikin

  • 12:45 5 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN  - Jinên ku bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û girtina wê dan, diyar kirin ku ew ê  li dijî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û girtina wê li qadan bi laçikên xwe yên spî demokrasiyê biparêzin. 
 
Duh bi hinceta ku derbarê Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cokemêrgê û parlamenter Musa Farîsogullari de biryara girtinê heye parlamenteriya wan hat betalkirin û hatin girtin. Jinên li Wanê bertek nîşanî pêkanînên li dijî Leyla û Musa dan.
 
'Tu kes vê bê edaletiyê qebûl nake'
 
Ji malbatên girtinyan Munîfe Kaçak, diyar kir ku tu kes vê bê edaletiyê qebûl nake û wiha got: "Erdogan te parlmaneteriya parlamenterên me betal kir. Te hevşaredarên me girtin.  Te hemû bijarteyên me girtin. Ev bêhiqûqî ye. Divê her kes li dijî girtina Leylayê bertek nîşan bide.  Leyla bi zarokên me re di greva birçîbûnê de bû. Zarokên me bi rojan edalet xwestin .Wan li hundir me jî li derve têkoşîn da. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
 'Em ê berxwedanê berdewam bikin'
 
Çavşîn Okyay jî got ku Leyla Guven Îradeya Gelê Kurde û ev tişt got: "Êrîşî taxan dikin û dixwazin me asteng bikin. Em êrîşên li dijî ziman û bijarteyên kurd qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Sûcê Leyla Guven xwedîderketina li demokrasiyê ye'
 
Makbule Çînta jî wiha got: "Ji ber destkeftiyên HDP'ê em bi tundiyê re rûbirû dimînin. Sucê Leyla Guven xwedîderketina li demokrasiyê ye. Gelek siyasetmedarên ku têkoşîna azadiyê dan niha di girtîgehan de ne.  Bila ev zilm bi dawî bibe. Bila ew diziya xwe bidomînin, em ê jî xwedî li parlamenter û hevşaredarên xwe derkevin."
 
'Em ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin'
 
Nazli Çînta diyar kir ku ew ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin û wiha got: "Em ê bi laçikên xwe yên spî edalet û aştiyê biparêzin. Heta ku em hebin em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Em dengê xwe ddin xwe. Careke din hilbijartin çêbibe em ê dîsa dengê xwe bidin Leylayê."