Li Mahsertê qedexe hat îlankirin
- 12:38 5 Hezîran 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Li 4 gundên Mahsertê, piştî operasyona leşkerî qedexeya derketina kolan hat îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê, li 4 gundên navçeya Mahsertê ya Mêrdînê piştî operasyona leşkerî qedexeya derketina kolanan îlan kir. Walîtiyê diyar kir ku li gundên Xirbêmamîtê, Xanîsora, Kewarêxê û Yestê yên Mahsertê qedexeya derketina kolan duh bi şev saet 03.00’yan dest pê kiriye.
Wezareta Karê Hûndir îdîa kiribû ku berî qedexeyê, li herêmê pevçûn derketiye û 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest daye.
Niştecihên herêmê jî, destnîşan kirin ku li herêmê liv û tevgera leşkerî heye û tenê dengê çekekê bihîstine.