DFG: Hejmara rojnamegerên girtî gihaşt 105'î

  • 12:11 5 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku di meha gulanê de 2 rojnameger hatine girtin û hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 105’an. Di daxuyaniyê de peyama "Heta ku êrîşa li dijî rojnamegeran bi dawî bibe em ê gotina rastiyan bidomînin."
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Gulanê” bi daxuyaniyek nivîskî belav kir. DFG’ê diyar kir ku di meha gulanê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û 2 jê hatine girtin. DFG'ê da zanîn ku di meha gulanê de li dijî 3 rojnamegeran êriş pêk hatiye û derbarê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 9 rojnamegeran de jî doz vebûye. DFG'ê got di meha gulanê de 16 rojnameger hatine darizandin û li girtîgehê îşkence û muameleya xerab li 2 rojnamegeran hatiye kirin. DFG'ê ragihand li 3 rojnameyan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn û RTUK’ê cezayê sekinandina weşanê daye 3 saziyên medyayê.
 
'Jiyana rojnamegerên girtî di xetereyê de ye'
 
DFG'ê diyar kir ku bi girtina 2 rojnamegeran re ji 5’ê hezîranê şûn ve hejmara rojnamegerên li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştiye 105’an. DFG'ê got ew ne xerîbê vê resmê binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ne û li qadê li dijî rojnamegeran hemû zext û zordarî hatin domandin û daraz jî li ser medyayê wek zextê tê bikaranîn. DFG'ê destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze modela rojnamegeriyê ya li gorî xwe çê bike û ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana rojnamegerên girtî di xetereyê de ye.