'Gorên zarokên me ne bê xwedî ne, destên xwe yên qirêj bikşînin'

  • 09:05 5 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jina bi navê Emîne Dawud a ku dayika du pakrewanan e anî ziman ku ew ê her li gorên zarokên xwe xwedî derkevin û wiha got:" Şehîd hêza me ya manewî, hebûn û doza me ne loma em bi wan ser bilind in. Dewleta tirk bi êrîşên li ser goristanan dixwaze vîna me têk bibe. Gorên zarokên me ne bê xwedî ne, destên xwe yên qirêj bikşînin."
 
Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Girê Spî, Serêkaniyê, Efrînê de binpêkirina mafan û êrîşên li ser nirxên civakê didomin. Di 20'ê Tebaxa 2018'an de dewleta tirk goristana Şehîd Avesta a li Efrînê xera kir. Di 3'yê Gulana 2019'an de jî goristana Şehîd Sydo ya li herêma Çiyayê Qaziqlî ya Navçeya Cindirêsê xera kir. 7 gorên Êzidiyan jî hatin hilweşandin. Goristanên pakrewanên azadiyê yên li Serêkaniyê û Girê Spî hatin hilweşandin. Di heman demê dewleta tirk êrîşî goristanên Bakurê Kurdistanê jî kir. Têkildarî mijarê  dayika bi navê Emîne Dawud  ku du kurên wê pakrewan in, bi lêv kir ku êrîşên li dijî goran ne tiştekî ehlaqî ye û wiha got:"Zarokên me ne tenê ne û ne bê xwedî ne. Em bi wan serbilind in û em ê heta dawiyê li bîranîn û gorên wan xwedî derkevin."
 
'Em vê neheqiyê qebûl nakin'
 
Emîneyê bi lêv kir ku Erdogan nahêle zarokên wan di gorên xwe de bi rehetî razên û wiha got:"Bila Erdogan bihêle zarokên me di gorên xwe de bi rehetî razên. Erdogan û çeteyên xwe har bûne. Bi hemû rê û rêbazan êrîşî sivîl, jin, zarok, gor û goristanan dikin. Ma wê çi sûdê ji xirabkirina gorên zarokên me bigire? Em vê neheqiyê qebûl nakin."
 
'Em ê li ser axa xwe bijîn'
 
Emîneyê wiha dewam kir:"Em Gelê Kurd ne bi dawî dibin û ne jî kêm dibin. Tevahî cîhan jî şerê me jî bike, lê wê dawiya me qet neyê. Em jî weke Gelê Kurd bi hemû hêza xwe li pey doz, maf, zarok û xwîna xwe ne. Tirkiye rojane kiryarên xwe yên qirêj li hember gelê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dimeşîne, civaka navneteweyî jî bê deng e. Em daxwaza maf, hebûn û nasnameya xwe dikine. Em ê li ser axa xwe bijîn."
 
'Vîna me her zindî ye'
 
Emîneyê hemû pakrewanên azadiyê bi rêzdarî bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şehîd hêza me ya manewî, hebûn û doza me ne loma em bi wan ser bilind in. Aramnca dewleta tirk ji van kiryaran têkbirin û lawazkirina hêza me ye. Rast e em bi van kiryarên bê ehlaqî gelek diêşin, lê vîna me her zindî ye. Bangawaziya me ji her çar perçeyên Kurdistanê re heye ku li dijî kiryar û dagirkeriya tirkiyeyê hêza xwe bikin yek û mafê xwe biparêzin."