Leyla Guven: Em ê siyaseta xwe li her qada jiyanê bimeşînin

  • 18:22 4 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bal kişand ser xistina parlamenteriyê û got: "Wekî her carê îro jî darbeyek pêk hat, lê em ê li her qada jiyanê siyasetê bimeşînin. Dê rojek ev kes li hemberî darazê hesebê bidin." 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li ser hesabê medyaya civakî ya KCD'ê videoyek parvekir û bertek nîşanî beryarê da. 
 
Leyla di peyamê de diyar kir ku li hemberî vîna Gelê Kurd darbeyek pêk hat û got: "Di sala 1994’an de li hemberî parlamenterên kurd heman darbe pêk hatibû. Îro heman darbe li hemberî vîna Gelê Kurd pêk hat. Darbeyên ku li hemberî vîna Gelê Kurd pêk tê ji hevdû cudatir nîne. Di 4'ê mijdarê sala 2016’an de li hemberî bijartiyên kurd darbeyek pêk hat. Niha em li parlamentoyê dîsa bi konsepta îmha û înkarê re rûbirû ne. Ez nêzîkatiya CHP'ê ya di xistina parlamenteriyê de rexne dikim. Para CHP'ê di van biryaran de heye. Lê belê di hemû qadên jiyanê de siyaset heye û em ê jî siyaseta xwe li wan qada bidomînin. 
 
Em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Divê baş bê zanîn ku ev rêbaz dê encamên baş dernexe holê. Kurd êdî ne bêalternatîfin. Em ji tu kesî rehmê naxwazin. Em ê azad li ser piyê xwe bisekinin. Em ê pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareserbikin. Ev erdnegarî dê aştiyê bibîne. Bi înad û bi bawerî em ê bi hev re bijîn. Kesên ku vê tiştî dikin dê rojek li hemberî darazê hesabê bidin."