Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê kiryarên dewleta tirk şermezar kir

  • 16:41 4 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê daxuyaniyek li navçeya Keferneyê da. Di daxuyaniyê de Endam û Rêveberiyên Yekîtiya Jina Azad û Mala Jinê amade bû. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên Efrînê yên ku hatine îşkencekirin û pankartên bi nivîsa "Ji binpêkirin, îşkence û revandina jinan re na" hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad  a navçeya Ehrezê Rehme Elo ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve kiryarên qirêj ên li ser Efrînê her ku diçe zêdetir dibe. Zirarên gelek mezin dighêje gel, mal û milkên gel. Dema ku dewleta tirk a dagirker dît jin hêz û îrade ye, êdî dest bi kiryarên xwe yên dijmirovî kir û dîroka xwe ya reş carek din li zindanê Efrînê dubare kir.
 
Kiryarên dewleta tirk û kiryarên wê asta qirêjiya siyaseta xwe dide nîşandan. Bêdengiya li dijî îşkenceya li ser jinên li Efrînê ji bo tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo bi navê parastina mafê mirovan kar dikin, şermeke dîrokî ye. 
 
Em wek Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, hemû kiryarên ku derheqê jinan de tên meşandin, şermezar dikin, ji bo wê em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û hemû rêxistinên jin dikin ku bi erkên xwe yên ehlaqî rabin û bikevin tevgerê da ku rê li pêşiya van kiryar û destdirêjiyan bigirin. Em bang li civakên navneteweyî dikin ku bi lez  têkevin dewrê û dawî li van kiryaran bînin. Her wiha hemû komên çekdar ê girêdayî dewleta tirk ji tevahî ji Sûriyeyê derbixin. Li hember van kiryaran divê hemû kesên ku piştgiriya çeteyan kirine û dewleta tirk bên dadgehkirin, her wiha hemû jinên girtî bên berdan."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.