KPC-D kuştina Bariş Çakan şermezar kir

  • 16:32 4 Hezîran 2020
  • Rojane
HELEB - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê bi daxuyaniyekê kuştina ciwanê bi navê Bariş Çakan şermezar kir.
 
Li Enqereyê ciwanê bi navê Bariş Çakan ê 20 salî ji ber stranên kurdî guhdarî dikir hat kuştin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê kuştina Bariş Çakan şermezar kir. Daxuyanî li dibistana Alan Mihemed a taxa Şêx Meqsûd hat dayîn Ji bo daxuyaniyê bi dehan mamoste ama debûn. Di daxuyaniyê de wêneyê Bariş Çakan hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Hêva Hebeş ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Kuştina civanekî ya ji ber stranên kurdî nîşan dide ku çiqasî bi hovîtî heqaret li tevahî Kurdistanê tê kirin. Dijiminê xwînvexwar yê ku ji dema împaratoriya osmaniya de hîn qirêjiya xwe bi riyên cur ber cur li ser gelê me kurd berdewam dike. Li hember vê yekê hemû dewletên dîtir bi bêdengiya xwe faşîzmê erê dike û dibin alîgirê hovîtiyê.
 
Em jî weke (KPC-D) Heleb kuştina Bariş Çakan şermezar  dikin û bang li hemû Sazî û Rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku li hember van kiryarên hovane yên di derheqê kurdan de tên kirin bêdeng nemînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin"  bi dawî bû.