Dayikên Mexmûrê: Em hêvî dikin her kes li dijî ambargoyê derkevin

  • 09:05 4 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Dayikên Mexmûrê têkildarî ambargoya Mexmûrê ya ku ev 11 meh in dewam dike de anîn ziman ku rewş her ku diçe zehmetir dibe û gotin:"Em dixwazin demildest ev ambargoya li ser me bi dawî bibe. 
 
Ambargoya li ser Mexmûrê ev 11 meh in dewam dike. Şêniyên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin şerdên dijwar de hewil didin jiyana xwe dewam bikin. Têkildarî mijarê dayikên Mexmûrê nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Gelek kes nikarin herin nexweşxaneyê'
 
Dayika bi navê Xanê Beneg anî ziman ku ambargoya li ser Mexmûrê bêedaletî ye û wiha got:"Dema em koçber bûn û hatin vê kampê ji bo me rewşeke gelek dijwar bû. Niha jî bi mehane ambargoyek li ser me heye. Gelek kes nikarin herin nexweşxaneyê û gelek kes jî nikarin debara xwe bikin. Ji aliyekî jî bombeyan bi ser me de dibarînin. Gelek zilim li me tê kirin lê kesek ji vê zilmê re dengê xwe dernaxin. Ji ber nexweşiya xwe min xwest biçim nexweşxaneyê lê seytara PDK'ê cilên min qetand û ez şûnde vegeriyam. Ji wê demê de ez nexweş im û li erdê me. Em bi doza xwe ve girêdayîne. Tu hêz an jî kes nikare gavê bi me paş bide avêtin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey rêbertî û şehîdên xwe bin." 
 
'Em hêvî dikin her kes li dijî vê ambargoyê derkevin'
 
Dayika Adilê Bîlen wiha got: "Hindik maye ku bibe salek ambargo li ser me tê meşandin. Em civakeke penaber in. Ev 27 sal in em di nava şerdên penabertiyê de dijîn. Hêviya me ji hemû partiyên kurdan heye ku li dijî neheqiyê bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest ku ambargoya li ser me rabe. Li vir kesek nikare bixebite û nikare biçe nexweşxaneyê. Kurdistan a me hemûyan e. Em hêvî dikin ku her kes li dijî vê ambargoyê derkevin."