'Li Efrînê mafê zarokan tê binpêkirin'

  • 09:03 4 Hezîran 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA -  Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî bal kişand ser çekdarkirina zarokên temenbiçûk û got: "Zarok ronahiya siberojê ne, lê dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê zarokan qetil dikin. Mafê wan binpê dikin û di temenekî biçûk de çek dide destên wan."
 
Piştî ku di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê şûnde binpêkirina mafan her roj bû mijara rojevê. Li gorî çavdêriya Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê piştî ku Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê şûnde nêzî 50 zarokî hinek jê hatin qetilkirin, hinek hatin revandin û bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî axivî.
 
'Kêlî bi kêlî binpêkirinên di derheqê zarokên Efrînê de tên belgekirin'
 
Heyhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên di derheqê gelê li Efrînê de û wiha got: "Hemû kiryarên dewleta tirk ên derbarê gelê Efrînê de tên belgekirin. Kêlî bi kêlî binpêkirinên di derheqê zarokên Efrînê de jî tên belgekirin. Li gorî çavdêriya Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê piştî ku Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê şûnde nêzî 50 zarokî hinek jê hatin qetilkirin, hinek hatin revandin û bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin."
 
'Li Efrînê zarok tên çekdarkirin'
 
Heyhan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku zarokên Efrîn yên li Efrînê dimînin bi darê zorê tên çekdarkirin û got: "Dewleta tirk a dagirker bi armanca pêkanîna armancên xwe yên qirêj û çewisandina jiyana zarokan, bi riyên komên çete yên cuda , zarokên di temenê biçûk de li Efrînê tên çekdarkirin û ji şerê Lîbiyayê re tên şandin. Ji ber ev kiryarên ku li Efrînê derheqê zarokan de tên kirin divê dewleta tirk  a dagirker bê cezakirin û hesab jê were pirsîn."
 
'Li Efrînê mafê zarokan tê binpêkirin'
 
Heyhanê da zanîn ku li gel çekdarkirina zarokan, qetilkirin, revandin û zewicandina wan a bi darê zorê didome û wiha pê de çû: "Piştî dagirkirina herêma Efrînê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê belge kir ku li gel çekdarkirina zarokan, qetilkirin, revandin didomin. Her wiha zewaca di temenê biçûk de jî tê ferzkirin."
 
'Bêdengiya Rêxistinên Mafê Mirovan erêkirina binpêkirina mafan e'
 
Heyhan bi lêv kir ku hemû dewlet li dijî van kiryaran bêdeng in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî belgekirina hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, lê dewletên yekbûyî tu helwestên tund li beramberî van kiryaran nîşan nedan. Banga me ji hemû rêxistinên ku alîkariya zarokan dikin, Dewletên Yekbûyî û Rêxistina Mafê Mirovan a cîhanî re heye ku dawî li bêdengiya xwe û kiryarên dewleta tirk
bînin. Bêdengiya Rêxistinên Mafê Mirovan erêkirina binpêkirina mafan e."