Jinên Şehbayê: Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe

  • 09:02 4 Hezîran 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Endamên Meclîsa Kantona Efrînê di derbarê kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinan de tê kirin wiha gotin: "Bûyerên bê exlaqî ên derheqê jinan de her diçe zêdetir dibe. Bêdengiya dewletan em qebûl nakin."
 
Piştî ku Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê şûnde binpêkirina mafan û tundiya li ser jinê li Efrînê zêde bûn. Li gor çavkaniyên herêmî herî dawî derket holê ku jinên di girtîgeha Mehmûdiyê ya Efrînê de bi kiryarên dijmirovî rû bi rû dimînin. Têkildarî mijarê jinên Şehbayê anîn ziman ku tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe û gotin:"Li dijî van kiryarên qirêj cîhan bêdeng dimîne. Em bêdengiya cîhanê qebûl nakin."
 
'Em bêdengiya cîhanê qebûl nakin'
 
Endama Meclîsa Kantona Efrînê Zelox Bekir li ser kiryarên dewleta tirk ên li herêma Efrînê wiha got: "Ev bû du sal Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û her roj li Efrînê kiryar, dizî, talanî û kuştin  dewam dikin. Ruxmê ewqas kiryarên dijmirovî hemû cîhan, dewletên navneteweyî û mafê mirovan bêdeng man. Di vê dawiyê de bûyerên ku di hundirê herêma Efrînê de qewimîne qet nayên qebûlkirin û hemû kesên ku qaşo  parastina mafê mirovan dikin bêdeng man. Di girtîgeha Mehmûdiyê de jin rastî îşkence, lêdan û tiştên bêehlaqî tên. Em ji dîrokê bigirin heta roja îro her dem siyaseta dagirkeriya tirk qirêj e. Em weke jinên Efrînê van bûyerên qirêj ku di derheqê jinan de tê kirin şermezar dikin û em dibêjin êdî ji bêdengiya cîhanê re bes e. Em bêdengiya cîhanê qebûl nakin." 
 
'Divê hemû cîhan li dijî kiryarên ne baş rabe ser piyan'
 
Arîn Elî jî kiryarên di hundir Efrînê de tên meşandin şermezar kir û wiha domand: "Di vê dawiyê de binpêkirina dagikeriya tirk li ser gelê Efrînê hîn zêde dibe û bi taybet jî derheqê jinan de ev yek bêtir derdikeve pêş. Jin îro li hundirê Efrînê rastî lêdan, kuştin û tiştên bêehlaqî tên. Ev yek jî nayê qebûlkirin û em bi tund şermezar dikin. Bûyera vê dawiyê ku di hundirê Efrînê de tê jiyîn hemû cîhanê dît, lê heta niha jî hemû cîhan bêdeng e. Banga min ji hemû rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên jinan heye ku mafê jinan biparêzin û li dijî van nêzîkatiyan bertekên xwe nîşan bidin. Divê hemû cîhan li dijî kiryarên ne baş rabe ser piyan." 
 
'Em mafê wan jinan dixwazin'
 
Herî dawî jî Bêrîvan Hisên kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em van kiryarên ku di derheqê jinan de tê kirin bi tund şermezar dikin. Hemû cîhan dibîne ku di hundirê Efrînê de çi tê jiyîn, ruxmê wê jî bêdengiyek heye. Em wek jinên kurd nêzikatiyên ku li hember jinan hatiye kirin tu caran qebûl nakin û em ê mafê wan jinan biparêzin."