Ciwanên Efrînê bi daxuiyaniyekê qetilkirina Bariş Çakan şermezar kirin

  • 08:39 4 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê kiryarên dewleta tirk ên di derheqê Gelê Kurd de bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
 
Ne tenê li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, li Bakur jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd tê meşandina. Herî dawî jî ciwanê bi navê Bariş Çakan ê 20 salî hat qetilkirin, li dijî vê yekê Tevgera Ciwanên Efrînê, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de alê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk Şîlan Ala ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan qetilkirina ciwanê kurd ê bi navî Bariş Kaçan a ji hêla dewleta qirker û faşîst qebûl nakin. Her çiqas dewleta faşîst vê bûyerê veşêre, ya rast ewe ku dewleta tirk a qirker tehmûlî guhdarkirina stranên kurdî jî nake.
 
Em dizanin ev bûyer ne cara yekem tê jiyîn, ji ber ku eger em bînin bîra xwe salên 90'î ji ber sedemên ku Gelê Kurd bi zimanê xwe dixwestin hebûna xwe biparêzin, dîsa tîmên faşîst qetlîamên mezin pêk anîn û hiştin ku gund werin şewitandin. Bariş Çakan ciwanekî kurd e û xwest bi zimanê dayika xwe stranê guhdar bike, lê polîtîkeyên dewleta tirk a dagirker dixwazin çanda me û zimanê me jî qir bikin.Tê xuyakirin ku siyaseta yek ol, yek ziman û yek netew tê ferzkirin, îsbata herî mezin jî  ew e ku neqebûlkirina faşîzma tirk ji hemû cureyên demokratîk re tune ye. Em dizanin Bariş Çakan ji ber ku kurd bû hat qetilkirin, em wekî  Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan hesab ji nîjedperestên girêdayî rêjîma tirk bixwazin û tola her ciwanekî ku hatiye qetilkirin hilgirin û xeyalên wan ê ku ji bo Kurdistaneke azad pêk bînin."