Li bajaroka Gundikê Melî avahiyek kirin bin karantinayê

  • 12:40 3 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li bajarokê Gundikê Melî ya Şirnexê avahiyek kirin bin karantinayê.
 
Li taxa Hatîpler a bajarokê Gundikê Melî ya Şirnexê avahiyekî kirin bin karantînayê. Li gorî agahiyên hatin destxistin welatiyê bi navê A.F. ku testa wî ya koronayê pozîtîf derketiye ji Cizîrê çûye Gundikê Melî. Li ser vî yekê li Gundikê Melî avahiyekî ji bo tedbîrê kirin bin karantînayê.
 
Her wiha hat zanîn ku A.F., li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê tedawîkirin.