Jinên Mexmûrê: Divê malbat û parezer biçin Îmraliyê

  • 11:40 3 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Çend pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin jî li girtîgehan hêj jî rîskek mezin heye û jiyana girtiyên siyasî dibin xeterê de ye. Endama Meclîsa Îştarê Ruxweş Efrîn, diyar kir ku girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin û endama Dîwana Meclîsa Gel Evîn Tayboxa jî destnîşan kir ku divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtina rûbirû pêk bînin. 
 
Li tevahiya cîhanê tedbîrên ku li dijî belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) hatin girtin niha yek bi yek tên rakirin. Di serî de heta îro ji bo girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê sererastkirinek nehat kirin. Girtiyên siyasî ji qanûna înfazê sûde negirtin û li girtîgehan terkî mirinê hatin kirin. Her wiha piştî bertek û çalakiyan di pêvajoya vîrûsê de malbat bi rêya telefonê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Endama Meclîsa Îştarê Ruxweş Efrîn, endama Dîwana Meclîsa Gel Evîn Tayboxa, derbarê tecrîd û rewşa girtiyên siyasî de nêrînên ji ajansa me re anîn ziman. 
 
Evîn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîtê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev tecrît di şexsê rêbertî de li ser Gelê Kurd, mirovahiyê û gelê bindest tê meşandin. Armanca sereke ya dagirkeran destkeftiyên Gelê Kurd e. Dixwazin kurdan bê îrade û bê nasname bihêlin. Yê ku ji bo hebûna kurdan û mafê kurdan têkoşîn dayî jî rêbertiya me ye. Ji ber vê yekê despêkê êrîşî rêbertiya me dikin."
 
‘Şerê tunekirinê tê meşandin' 
 
Evînê, diyar kir ku ev demek dirêje cîhan li hemberî vîrûsa koronayê têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çend cîhan li hemberî vîrûsê têdikoşe jî tirkiyê jî li hemberî girtiyên siyasî û rêbertiya me têdikoşe. Li Tirkiyeyê bi qanûna înfazê êrîşkar, tecawizkar û diz hatin berdan. Lê kesên ku ji bo azadiyê têdikoşîn nehatin berdan. Li girtîgehan bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Di pêvaojaya vîrûsê de carek tenê malbat bi rêya telefonê hevdîtin bi rêberê me re pêk anîn. Niha li hemberî Zînî Wertê êrîşek heye û ev şer şerê tunekirinê ye."
 
‘Li ser serê kurdan bombe dibarînin' 
 
Ruxweş, derbarê rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan de hestên xwe wiha anî ziman: “Di demên dawiyê de me ji rewşa rêberê xwe tu agahî negirtiye. Em dixwazin agahiyek bigirin. Tenê bi telefonê axaftin têr nake. Em dixwazin malbata û parêzer biçin hevdîtinê. Ji ber rîska nexweşiya koronayê em dixwazin cihê rêberê me bê guhertin. Hemû cîhan li hemberî tecrîdê bêdeng maye. Divê gelê vî tiştî qebûl neke û serî rake. Di dema 15'ê Sibatê de gelek dayik navê zarokên xwe kirin Ocalan û niha ew li ser şopa rêbertiyê dimeşin."
 
Ruxweşê, di axaftina xwe bal kişand êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Niha li Başûr balafir radibin û li ser kurdan bomba dibarînîn mirovên sivîl qetil dikin. Lê li hemberî vê yekê hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng e. Em dixwazin hemû kurd bibin yek."