Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Li dijî êrîşan dem dema serhildanê ye

  • 09:44 3 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrîşên li hemberî herêmê û pêk tên şermezar kir û got: "Li dijî êrîşam em banga xurtkirina têkoşînê li jin, ciwan û gelên xwe dikin. Dem dema serhildana gelan a li hemberî faşîzmê ye.”
 
Li dijî êrîşên demên dawiyê Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya şaredariya wargehê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pergala kapîtalîst di sedsala 21’an de têk diçe, tu alternatîfeke hêzên desthilatdar nîne, ji ber vê yekê bi qasî ji destê wan tê kaosên mezin belav dikin. Bi gotinek din mîna dihilweşe, lê di destê desthilatdaran de amûrên avakirina yeka nû nîne, yekane alternatîf modela Xweseriya Demokratîk e. Çiqasî karakter, rê û rêbazên Şerê Cîhanê yê Sêyem ku tê jiyîn cuda be alî û aktorên sereke yên vî şerî jî ewqasî cuda ne. 
 
Gelê Kurd ku weke neteweyekê bi sedsalan û jin jî weke neteweyeke ku 5 hezar sal in hatî dagirkirin di vî şerî de bûne aktorên sereke yên qedera demê diyar dikine. Di heman demê de bûne meşaleyeke serkeftinê ji Rojhilata Navîn ber bi her aliyê cîhanê ve rêya têkoşer û şoreşgeran ronî dikin. Ev her du hêz di nedubarekirina dîrokê de heta dawiyê bi biryar in û ji bo vê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.
 
Hikûmeta faşîst a AKP’ê ji bo dirêjkirina temenê xwe û bêçaremayîna xwe ya li hemberî Tevgera Azadiyê veşêre bi awayekî hovane êrîşên topyekûn dane destpêkirin. Êrîşên li Asosê, Amêdiyê, Zînê Wertê û Rojavayê Kurdistanê tên pêkanîn, di çarçoveya van polîtîkayan de tên meşandin. Pergala desthilatdar ku xwe disipêre hêza leşkerî dema mijar dibe daxwaza maf û azadiyê li her welat û deverê rûyê desthilatdariyê yê yek şêwe derdikeve holê. 
 
Li Emerîka qetilkirina Floyd, li Enqereyê qetilkirina Bariş Çakan û li Amedê di odeyên veşartî de ciwan bi tazî li erdê dirêjkirin û îşkence kirin asta hovîtî û dijminahiya desthilatdariyê ya li hemberî gelan dide diyarkirin. Li vir pêwîst e her Kurdek bizane ev şerê qirêj li ber deriyê me hemûyan e. Lê berxwedan û xwe pêşandanên li Emerîkayê tên kirin li Tirkiye û Kurdistanê mixabin di heman astê de nehate pêkanîn. 
 
Ango dema mijar dibin Kurd herkes sê meymûnan dileyîzin, ji ber vê yekê weke gelê Kurd em baş dizanin ku ji derveyî berxwedan, têkoşîn û yekîtiyê zêdetir ti şansekî me yê jiyanek bi rûmet nîne. Ji bo yekîtiya Gelê Kurd ava nebe û nebe xwedî hêzekî neteweyî hemû derfetên xwe seferber dikin, li beramberî ve jî pêwîste em bêjin dem dema yekîtî û hevgirtinê ye û bi zanebûna yekîtiya neteweyî wê karibe me weke gel bibe serkeftinê tevbigerin û li hember dijmin bisekinin. 
 
Di vê çarçoveyê de em êrîşên li Asos, Bradost, Zînê Wertê, Amed, Emerîka û Enqereyê pêk hatin şermezar dikin, banga xurtkirina têkoşînê li jin, ciwan û gelan dikin. Tu împaratorî û hêza cîhanî nikare xwe li hember hêza rêxistinkirî ya gelan bigire, dem dema serhildana gelan a li hember faşîzmê ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.